
Li Amedê mirina biguman a zarokekê
- 21:44 8 Tîrmeh 2025
- Rojane
AMED - Li Amedê zaroka bi navê Merve Kar li mala xwe biguman jiyana xwe ji dest da.
Li Yenîşehîr a Amedê li taxa Şehîtlikê zaroka 17 salî Merve Kar li mala xwe biguman jiyana xwe ji dest da. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê Merve Kar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî. Merve Kar li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.