
ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2025'AN
- 09:00 4 Tîrmeh 2025
- Rojev
*Yek ji koçerên koçî zozanên hênik yên Serhedê kiriye Zeynep Tughan pêvajoya koçkirinê wiha vegot: “Carnan em bi meşê carnan em bi wesayîtan tên vir. Piştre em konên xwe vedidin û jiyana xwe didomînin.” DÎMEN HEYE
*Meral Daniş Beştaş da zanîn ku ew girîng û wateya banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gel re vedibêjin û hewl didin pêşdarazan bişkînin. Meral Daniş Beştaş daxuyakirin ku ew jiyaneke wekhev nîqaş dikin. DÎMEN HEYE
*"Ji bo tecrîd bê şikandin hezkirin û baweriyek mezin pêwiste. Abdullah Ocalan xwedî hêviyek mezin e. Li gorî min Abdullah Ocalan xwedî baweriyek mezin a evîna azadiyê ye. Mereqek wî ya mezin ya di cihekî wisa dide jiyîn heye. bi hezkirin, sadakat û cidiyetek mezin girêdayê pêşerojê ye. Girêdayînek wisa mirovan ji konjoktura dîrokî jî ya rojane jî derdixe.Dike aktorekî demeke din."NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
*Hevberdevka Eko-DER a Wanê Dîlek Akdag da zanîn ku madena komirê ya li navçeya Payîzava li ser qada jiyanê hatiye avakirin û gel koçber kiriye. Dîlek Akdag got: “Çem, mêrg, sewal zirarek mezin dibînin. Lê ev zirar nayê dîtin û tê piştgûhkirin.” DÎMEN HEYE