'Em ê 8'ê Adarê bikin roja berxwedanê'

  • 09:21 9 Adar 2025
  • Rojane
  
Mîdye Miqted
 
HELEB-Jinên li Helebê tevli şahiya 8'ê Adarê bûn diyar kirin ku ew ê 8'ê Adarê îsal bikin sala rizgariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha gotin:"Em ê roja 8'ê Adarê bikin roja hebûnê û roja ji nû de destpêkirina berxwedana gelê kurd."
 
Bi hezaran jinên Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê herikîn qada 8'ê Adarê û bi dirûşmên xwe ev roja taybet pêşwazî kirin. Jinên tevli şahiyê bûn hest û nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin. Jinan gotin:"Em ê ne tenê 8'ê Adarê her tim têkoşîna xwe mezin bikin."
 
'Em ê 8'ê Adarê bikin roja berxwedanê'
 
Şîraz Silêman axaftina xwe ji ajansa me re kir şahî pîroz kir û wiha got:"Em 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê û li mîmarê azadiyê rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin. Em ê roja 8'ê Adarê bikin roja hebûnê û roja ji nû de destpêkirina berxwedana gelê kurd. Em ê ne tenê 8'ê Adarê her tim têkoşîna xwe mezin bikin."
 
Di dewma axaftina xwe de Şîraz Silêman got:"Em îro bi saya felefeya Rêbertî bûn jinên xwedî têkoşîna demdirêj. Bi saya felsefeya rêbertî weke hemû jinên cîhanê me karî bû em şahiya 8'ê Adarê pîroz bikin. Ya herî girîng me karî bû em hemû jinan tevlî nava têkoşîna xwe bikin."
 
'Em ê 8'ê Adarê îsal bikin sala rizgariya rêberê xwe'
 
Di heman demê de Fatme Mihemed jî axaftina xwe ji ajansa me re kir û têkildarî şahiyê wiha got:"Em di serî de roja 8'ê Adarê li rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin. Ev ewqas sal in ku jin bi cil û bergên çanda xwe tevlî 8'ê Adarê dibin. Em ê 8'ê Adarê îsal bikin sala rizgariya rêberê xwe."