
Pêkhateyên HDK’ê: Têkoşîna jiyaneke demokratîk çawa tê terorîzekirin?
- 09:03 9 Adar 2025
- Rojane
Rozerîn Gültekîn
STENBOL - Pêkhateyên HDK’ê der barê krîmînalîzekirina HDK’ê de nirxandin kirin û gotin: “Têkoşîna me ya polîtîk didome. Em bo xurtirina rêxistibûnên HDK’ê hewl didin. Têkoşîna ji bo jiyaneke demokratîk çawa tê terorîzekirin?”
Di 18’ê Sibatê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya li hember Kongreya Demorkatîk a Gelan (HDK) de li 10 bajaran bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de 51 kes hatin binçavkirin û 30 heb bi sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin. 21 kes jî bi şerta kontrola edlî hatin berdan. Çalakî û bernameyên HDK’ê kirin mijara sûcdariyê.
Hevsreoka Komeleya Elewiyan a Demokatîk (DAD) Kadriye Dogan û Cigira Serokatiya Giştî ya Partiya Şoreşger Gamze Taşçi der barê krîmînalîzekirina xebatên HDK’ê de nirxandin kirin.
Kadriye Dogan da zanîn ku HDK rêxistina sîwaneya lêgerîna maf e û HDK lingekî girîng yê têkoşîna demokrasiyê ye. Kadriye Dogan wiha got: “HDK hemû aliyan, karker, xizan, bindest, gelan, Kurdan, Elewiyan di bin sîwaneyekê de dihewîne û lingekî girîn gyê têkoşînê ye. Bangên ku ji bo mafê mirovan û civakan hatiye kirin, wek sûc hatiye hesibandin. Ev nikare bê qebûlkirin. Em mirovnin daxwazên me hene û em tînin ziman. Ji bo jiyanek azad em xwe rêxistin dikin. HDK sîwaneya têkoşîna demokrasiyê ye. Tu aliyê vê yê hiqûqî tune. Em vê red dikin. Em li dijî vê ne. Terorîzekirina HDK’ê nikare bê qebûlkirin.”
‘Çawa dikare bê terorîzekirin’
Kadriye Dogan hedefgirtina HDK’ê nirxand û wiha anî ziman: “Hedef xebatên aştiyê ne. Li Tirkiye û cîhanê daxwazên aştiyane bilind dibin. Di vê pêvajoyê de HDK xwedî li daxwazên civakî û aştiyane derketin. Bi kampanyayên îmzeyan, bi konferans, panel, hevdîtinên gel pêvajoya aştiyê pêşwazî kir. lê xebatên wê tên krîmînalîzekirin. Çawa dibe ku têkoŞîna ji bo jiyanek demokratîk tê krîmînalîzekirin, terorîzekirin?”
‘Di têkoşîna demokrasiyê de bi HDK’ê re ne’
Kadriye Dogan wiha dawî lê anî: “HDK navnîşana rengane, hemû cudahiyan dihewîne. Pêwiste ev pêvajo bi aştiyê encam bibe, veguhere demokrasiyê.HDK 14 sale têdikşe. Nîşan da ku hemû cudahî, nasname, bawerî dikarin ligel hev bijîn. Ji ber vê divê em xwedî li HDK’ê derkevin. Em di têkoşîna demorkasiyê de ligel HDK’ê ne.”
‘Bila gel biryar bidin ka em rewane an na’
Gamze Taşçi jî daxuyakirin ku HDK ji 2011’an de têkoşînê dimeşîne û lê desthilatdarî wekê ku HDK nû kîfş kiriye, ji bo krîmînalîze bike îdianameyan ava dike. Gamze Taşçi wiha dirêjî dayê: “Em Partiya Şoreşger, damezrînerên HDK’ê ne. Niha hevalek me bi operasyona dawî hat girtin. Dibêjin bê Kurd siyastê bikin. Dibêjin dest nedin pirsgirêka Kurd. Dixwazin me jî tevli polîtîka şovenîst bikin. Dibêjin pirsgirêka terorê heye. Ya jê re dibêjin teror jî daxwazên mafdar yên gelê Kurdin. Dewletê nîqaşa rewabûnê vekiriye. Em vê red dikin. bila gel biryar bidin ku ka rewa ye an na.”
‘Em ji bo wan pirsgirêka Bekayê ne’
Gamze Taşçi daxuyakirin ji nasnameyên cuda kes hatin egirtin û got: “Hevalên me yên LGBTÎ+ Erkîn Barin û Yildiz Tar hatin girtin.Ji bo hebûna xwe têkoşîn meşandine û di hemû têkoşînên civakî hûn dikarin wan bibînin. Hevalên me yên ji têkoşîna femînîst hatin girtin. Em hêzên çep-syalîst di HDK’ê de hatinge gel hev. Me wek îradeya damezrîner cih girt. Em ji bo wan pirsgirêka bekayê ne. T^keoşîna m eya polîtîk didome. Ez bang li hemû kesî dikim ku bin HDK’ê de xwe rêxistin bikin.”