Îranê îşkence li du jinên Kurd kir

  • 15:35 18 Sibat 2025
  • Rojane
 
   
NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê li bajarê Birencir a Rojhilatê Kurdistanê êrişî malekî kir û îşkence li du jinên Kurd kir.
 
Îro Sêşemî 18’ê Sibatê, li gor raportên ku di medyayên mafên mirovan ên Kurd de hatine belavkirin, hêzên ewlehiyê yên Îranê li bajarê Bîrancîrê êrişî maleke çalakvanekî siyasî yê ji Rojhilatê Kurdistanê kirine.
 
Hat zanîn ku hêzên Îranê eşyayên di malê de rûxandin û jina bi navê Este Çogar a 80 salî û Sade Bayezîdî (45) li malê xistin û îşkence kirin.