Ji Wanê peyama 'Dê berxwedan bidome'
- 15:17 18 Sibat 2025
- Rojane
WAN - Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm li Wanê zêde dibin. Endamên KESK'ê û DEM Partiyê diyar kirin ku berxwedana gel wê bidome û ew ê serî li ber desteserkirina îradeyê netewînin.
Bertekên li ser tayînkirina qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dewam dikin, ji Platforma Şaxên Wanê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) daxuyaniyek hat. Endamên KESK'ê yên li Wanê li ber Şekerbankê hatin cem hev û li wir daxuyaniya çapemeniyê dan. Rêxistinên sivîl ên bajar, rêveberiyên parêzgeh û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û parlamenterên herêmê yên DEM Partiyê jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Em li dijî darbeya qeyûm vîna gel diparêzin" hat vekirin û timî dirûşmên "Abdullah Zeydan, Neslîhan Şedal rûmeta me ne" û "Zext nikarin me bitirsînin" hatin berzkirin.
Metna daxuyaniyê ji hêla Hevserokê Egîtîm-Sen a Wanê Mûrat Atabay ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Gel dizanibû ku ev biryara darazê hinceta darbeya qeyûman e. Gelê Wanê û hêzên demokrasiyê ji bo xwedîderketina li vîna xwe ya demokratîk li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dest bi nobetê kirin. Tevî hemû şert û mercên dijwar ên demsala zivistanê, her roj dest pê kir girseyek mezin bû. Îktîdara siyasî ya ku bi astengî û qedexeyan nekarî nobeda demokrasiyê ya gel bisekinîne, biryara betalkirina Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku danê sibehê bi gel re li ber şaredariyê nobeda xwe digirt, da. Di cih de piştî ragihandinê, bi hêzên qanûnî êrîş kir û zêdetirî sed kes binçav kirin. Piştî nobeda demokrasiyê bi binçavkirinan û bombeyên gazê hat belavkirin, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi bendên betonê hat dorpêçkirin û ji gel hat îzolekirin û Waliyê Wanê weke qeyûm hat tayînkirin."
Piştre Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak axivî û bi bîr xist ku ne cara yekem e tên Wanê û di heman demê de ne cara yekem e ku qeyûm tayînî Wanê dikin û wiha axivî: “Ji sala 2016’an û vir ve qeyûm tayînî Wanê tê kirin. Li gel welayetê ku îro hatî destnîşan kirin, em baş dizanin ku em ê li gorî ezmûnên xwe yên berê çi biceribînin. Şaredarî jî tê wateya xizmetê. Her wiha mafê gel ê xizmetguzariyê tê girtin. Bûdçeya çêkirî tê îsrafkirin û avêtin. Şaredariya ku bi salan ji aliyê qeyûman ve dihat birêvebirin, ti xizmetên wan tunebû, xebatên hevşaredarên bi îradeya xwe hatin hilbijartin ji raya giştî re tê zanîn. Dema ku belgeyên hevşaredaran hatin girtin, ne tenê yên deng dane, tevahiya gelê Wanê daket qadan. Her wiha dema wezîfe paşve hat girtin kes li malê neman, hemûyan bi hev re pîroz kirin. Niha ez dipirsim, zarokên me di dersên hemwelatîbûnê de wek şertê yekem ê hemwelatîbûnê fêrî mafê dengdanê û hilbijartinê dibin. Yanî hûn gelê Wanê ji vê berpirsyariyê dihêlin?"
Herî dawî jî parlamenter Oznûr Bartîn axivî û got: “Di 15’ê Sibatê de gelê Wanê dîsa bi komployekê re rû bi rû ma. Ji ber ku em behsa zîhniyeteke ku 22 sal in bi van komployan hewl dide bijî, dibêjin komplo. Em vê yekê baş dizanin. Bi mafê dengdayîn û hilbijartinê re feraseta rêveberiyên herêmî û şaredariyê ku di sala 1979’an de bi Edîp Solmaz destpêkir pêş ket, lê hevalên me hatin qetilkirin. Hikûmetên heyî jî ev yek ji nêz ve şopandin. Rastiya gelan wê bi înkar, îmha û komkujiyan bi dawî nebe û berxwedan li her qadê bidome.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.