Li Ulmê ji bo piştgiriya Dayikên Şemiyê çalakî

  • 18:24 25 Gulan 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Ulm a Almanyayê bi wesîleya hefteya 1000’emîn a Dayikên Şemiyê çalakiya piştevaniyê hat lidarxistin. Li ser banga Buroya Enternasyonal a Komîteya Li Dijî Windakirinên Binçavan li bajarê Ulm a Almanyayê çalakiya piştevaniyê hat lidarxistin.
 
Çalakî ji aliyê komeleya AJK’ê ya girêdayî Federasyona Karkerên Koçber a Alman (AGÎF) ve hate lidarxistin û nûnerên Tohum ATÎF, Trotz Alledem, ADHF, AGEB û Meclîsa Sirgûnan a Ewropayê (ASM) tevlî çalakiyê bûn.
 
Çalakvanên ku ji bo piştevaniya 17-31'ê Gulanê "Hefteya Têkoşîna li dijî Windakirina di Binçavan de ya Navneteweyî û Hefteya 1000’emîn a Dayikên Şemiyê daketin qadan, pankartên ku wêneyên windayan tê de cih digirt vekirin û têkoşîna Dayikên Şemiyê hate vegotin.
 
Di axaftina li çalakiyê de wiha hate gotin: “Li Tirkiyeyê Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin bipirsin û kujer bên darizandin li Stenbolê hefteya 1000’emîn a çalakiya rûniştinê li dar dixin. Li welatên ku xizmên windayan, hêzên şoreşger û pêşverû li dijî van êrîşên dewletan bi têkoşîneke hevpar muxalefeta civakî pêş dixin û vê polîtîkaya dewletê teşhîr dikin, ev êrîş di asteke girîng de pêşiya vê hatiye girtin. Li Arjantinê têkoşîna Dayikên Plaza de Mayo ku bi salên dirêj e dewam dike, li Tirkiye û Kurdistanê têkoşîna Dayikên Şemiyê û xizmên windayan di vê mijarê de rênîşander e.”
 
Di çalakiyê de strana “Dayika min Şemî ye” ya hunermend Teoman balê kişand û çalakî bi dirûşmeya “Bijî piştevaniya enternasyonal” bi dawî bû.