Kampanyaya ‘Jîngeha me pêşîniya me ye’ hat destpêkirin

  • 13:55 25 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk bi starta kampanya paqijiyê ya bi navê “Jîngeha me pêşîniya me ye” dest bi paqijiyê kir.
 
Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk starta kampanya paqijiyê ya bi navê “Jîngeha me pêşîniya me ye” dabû, îro li çerxeriya Xelît a li taxa Kornîş a bajarê Qamişloyê hat destpêkirin.
 
Endamên meclisa jinan û gelek welatiyên ku li pêşiya avahiya Kongra Îslama Demokratîk kom bûn, maske û lepik belav kirin, li kolanan gilêş kom kirin.
 
Di çarçoveya kampanya ku bi armanca pêşxistina çanda paqijî û parastina hewirdorê bi piştgiriya  şaredariyên gel tê birêvebirin de wê her hefte roja şemî û duşemê li kolanên bajar paqijî bê kirin.
 
Wê li mizgeftan li ser parastina hawirdorê agahdarî were dayîn
 
Li gorî bernameya kampanyayê wê bi riya komînan serdana malan were kirin û têkildarî parastina hawirdorê agahdarî werin kirin. Her wiha ji 1’ê Hezîranê heta 1'ê Îlonê hefteyê carekê, wê li mizgeftan der barê xwedîderketina li xwezayê û paqijiyê de agahdarî werin kirin.
 
Dîsa wê qutiyên çopê, biruşorên hişyarkirinê, maske, kîsên çopê û dezenfekte bên belavkirin.
 
Kampanyaya ku dê heta 15’ê îlonê berdewam bike, dê li Hesekê jî bê meşandin.