Li Licê bi saetan malek hat gulebarankirin

  • 11:30 25 Gulan 2024
  • Rojane
 
AMED - Di operasyona leşkerî ya li gundê Nenyasa Licê de welatiyê bi navê Mehmet Yildirim jiyana xwe ji dest da. Her wiha bi saetan mal bi çekên giran hat gulebarankirin. 
 
Duh bi şev saet li derdora 22.00'an leşkeran derûdora gundê Nenyasê ya bi ser navçeya Licê ya Amedê ve dorpêç kiribû. Leşkeran bi helîkopter û çekên giran malek ku zarok û jin têde hebûn gulebaran kirin û mal nêzî 4 saetan di bin dorpêçê de ma. Dorpêça li gund saet di 02.20'an de bi dawî.  
 
Di operasyona li gund de welatiyê bi navê Mehmet Yildirim jiyana xwe ji dest da. 
 
Her wiha ji bajarên derdorê şandeyan berê xwe dan cihê operasyonê. Malbata Mehmet jî ji bo teşhiskirina cenazeyê berê xwe da Amedê.