Ji Piştevaniya Mor li sê herêman konferans

  • 09:02 25 Gulan 2024
  • Rojane
 
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Piştevaniya Mor ku dikeve sala xwe ya 10’an di 26’ê Gulanê de bi awayekî hevdem wê li sê herêma konferansê pêk bîne. Endama Piştevaniya Mor Sehel Oto der barê konferansê de axivî û girîngiya têkoşîna hevpar a jinan anî ziman û banga tevlibûna konfansê li hemû jinan kir.
 
Piştevaniya Mor bi dirûşmeya ‘ne tenê em bi hev re xurt in’ wê di 26’ê Gulanê de bi awayekî hevdem li herêmên Ege, Marmara û Başûr konferansê pêk bîne. Li herêma Egeyê di 26’ê Gulanê de saet di 13.30’an de li Navenda Çanda Turkan Saylan wê konferans pêk bê. Endama Piştevaniya Mor Sehel Oto der barê konferansê de axivî û da zanîn ku wê di konfransê de rêxistinên jinan cih bigirin û pirsgirêkan bi hev re nîqaş bikin. Sehelê daxuyakirin ku divê hemû jin tevli konferansê bibin.
 
‘Ne tenê, em bi hev re xurt in’
 
Sehelê destnîşan kir ku îsal 10’emîn salvegera Piştevaniya Mor pîroz dikin û got berê du salan carê konferansên herêmî dikirin. Sehelê wiha dirêjî dayê: “Piştevaniya Mor bi wesîleya sala 10’emîn wê li sê herêman konferansê pêk bîne. Bi şîara ‘Ne tenê em bi hev re xurt in’ em derketin rê. Sedema ku em li herêman konferansê dikin ev e; Me xwest pirsgirêkên herêman bên tespîtkirin û li ser vê riyên çareseriyê bên dîtin. Em ê li ser vê tevbigerin.”
 
Wê pirsgirêkan bibin konferansê
 
Sehelê daxuyakirin ku di konferansa ku pêk tînin de ji pirsgirêkên karkerên Akbelenê bigirin heta karkerên tekstîlê, jinên lîseyê, LGBTÎ û jinên kedkarên malê wê nîqaş bikin. Sehelê ev nirxandin kir: “Em ê der barê gelek têkoşînan de biaxivin. Em wek Piştevaniya Mor xebatên taxan dimeşînin. Em pirsgirêkan ji nêz ve dişopînin. Ber bi konferansê ve me rewşeke ku em van pirsgirêkan bibin konferansê jiya. Bêguman tevî ku em gelek hewl didin aliyên me yên qels mane jî hene. Heta pergala kapîtalîst a patrîarkal hilweşe wê aliyên kêm hebin. Tevî vê em ê têkoşînê bidomînin. Em di pêvajoyeke ku şer bandor li ser hemû aliyên jiyana me kiriye de derbas dibin. Li dijî van xetereyan têkoşîna yekbûyî gelek girîng e.”
 
‘Piştevaniya jinê wê hemû dîwaran hilweşîne’
 
Sehelê her wiha anî ziman ku di konferansê de wê rêxistin û tevgerên jinan ên cuda jî cih bigirin û wiha pê de çû: “Em wek Piştevaniya Mor konferansê rêxistin bikin jî rêxistinên jinan ên cuda jî wê cih bigirin. Xeyala me hemû jinan jiyanek wekhev e. Biserketina vê ji têkoşînê derbas dibe. Em bang li hemû jinan dikin ku di konferansê de cih bigirin.”