Panela TAJÊ bi dawî bû

  • 08:50 25 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di panela TAJÊ ya ‘Li dijî qirkirina jin, bibe dengê xweparastinê’ bi dawî bû û têde hate gotin, hîn çarenûsa bi hezaran jinên Êzidî ne diyar e û yên tên rizgarkirin jî bi rêbazên cûda careke din tên qirkirin.
 
Di 8’ê Adarê de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo pêşîgirtina fermanê û tundiya mêr a li ser jinan bi dirûşma ‘Li dijî qirkirina li ser jinê bibe dengê xweparastinê’ kampanya da destpêkirin û dê kampanya heta 3’yê Tebaxê roja 10’emîn salvegera fermanê bidome.
 
Di çarçoveya vê kampanyayê de bi pêşengtiya TAJÊ li navenda Şengalê panelek bi sernavê ‘Jinên ji destê DAIŞ’ê rizgar bûne û jinên di destê DAIŞ’ê de dîlgirtî ne’ hat lidarxistin.
 
Panel bi beşdarbûna nûnerên sazî û dezgehên Şengalê, jinên ku ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin û li Şengalê dijîn û malbatên dîlgirtiyan tê lidarxistin. Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Axaftina vekirina panelê ji aliyê endama Komîteya Dîplomasî ya TAJÊ Ferîde Şengalî ve pêk hat.
 
‘Wê têkoşîn dewam bike’
 
Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî peyameke bi dîmen ji panelê re şand. Di peyamê de wiha hat gotin: “Em li ser navê Fermandariya YPJ’ê silavên xwe ji jinên Şengalê re dişînin. Jinên Şengalê li hember tecawiz, qirkirina baweriya êzidiyatiyê û jinan xwe birêxistin kir û parast. Yê herî zêde zirar ji DAIŞ’ê dît jin û civaka Êzidî bû. Heta niha bi hezaran jinên Êzidî hatin rizgarkirin lê hê jî aqûbeta bi hezaran jinan ne diyar e.  Heta hemû jinên Êzidî ji destê DAIŞ’ê bêne rizgarkirin dê têkoşîn û berxwedana me bidome. Ji bo vê pêwîst e em hemû bi hev re tevbigerin û bixebitin. Îro bi hezaran jinên Êzidî ku di destê DAIŞ’ê de ne bi tirsa ku zext li ser wan were kirin, nasnameya xwe aşkera nakin. Lêkolînên me ji bo rizgarkirina jinên Êzidî her berdewam e û helbet dê xebatê me her bidome. Divê hemû jinên Êzidî ji bo rizgarkirina jinên Êzidî ji me re bibin alîkar. Heta jineke Êzidî di destê çeteyan de be ev tê vê wateyê ku hê jî ferman didome. Me soz daye jinên Êzidî heta rizgarkirina jinên Êzidî em ê têbikoşin. Ji bo vê yekê divê em hemû di asta herî jor de xebatên xwe bidin meşandin. Divê em di rêya azadî û têkoşînê de biisrar bin.”
 
Di panelê de peyama bi dîmen a Saziya Jin Ji bo Edaletê ya Elmanyayê jî hat dayîn.
 
Rîham Hico:Jinên êzidî dibin hedef
 
Semînera yekemîn ji aliyê berdevka TAJÊ Riham Heco ve li ser qirkirina jin hat dayîn. Di semînerê de Riham Hico wiha got: "Di dîrokê de pêvajoyek jinên Êzidî derbas bûye. Li gor bîr û baweriya me jinên Êzidî pêşengên civakê ne. Sedema qirkirina jinên Êzidî ev bû ku pêşengên civakê bûn. Ji bo vê dijmin her tim jinên Êzidî kiriye hedef. Fermana 74’an jî li ser vê rastiyê hatiye kirin. Bi vê qirkirinê xwestin pêşengtî jin, ol û baweriya Êzidiyatiyê ji holê rakin. Niha di şexsê jinên Êzidî de çand, bîr û baweriya Êzidî dixwazin qir bikin. Qirkirina ku li ser civaka Êzidî tê meşandin qirkirineke çandî ye. Dijmin jî baş dizane heta jina êzîdî têk neçe nikare qirkirina xwe ya li ser Êzidî temam bike.
 
‘Emê hesabê jinên Êzidî yên li sûkan hatin firotin bipirsin’
 
Fermana 3’yê Tebaxê li ber çavê hemû cîhanê pêk hat. Her kesî dît ku di fermanê de jinên Êzidî çi jiyan. Lazim e ev jinên Êzidî kî bû sedema fermanan, qirkirina û tecawizkirina jinên Êzidî hemû rastiyê bêjin, em çavên xwe ji derewan re negirin, tişta ku em jê bitirsin nîn e. Em ê hesabê jinên Êzidî ku li sûkan hatin firotin bipirsin. Em her dibên jinên Êzidî pêşengtî ji civakê re dike ji ber vê yekê lazim e em li pêşiya qirkirina jinan bigirin. Di fermanê de di şexsê jinên Êzidî de civaka Êzidî ji hêla PDK’ê ve hat xapandin, divê ev were zanîn. Lazim e ev ferman tu carî neyê ji bîr kirin û her di bîra me de be.’
 
Seher Hisên: Çarenûsa hezaran jin û zarokên Êzidî ne diyar e
 
Semînera duyemîn li ser rewşa jinên ku hatine rizgarkirin bû û ji aliyê berdevka Weqfa Piştgiriya Jinên Êzidî Seher Hisên Mêhvan ve hat dayîn. Seher Hisên li ser rewşa jinên ku hatine rizgarkirin, aqûbeta jinên ku nayê zanîn û qetilkirina jinên Êzidî de bîlanço diyar kir û daxuyakirin hîn jî çarenûsa hezaran jin û zarok ne diyar e.
 
‘PDK dixwaze delîlên fermanê ji holê rake’
 
Semînera sêyemîn jî siyaseta ku li ser esîran tê meşandin û çareserî bû û ji aliyê berdevka Komîteya Dîplomasiya TAJÊ Suham Şengalî ve hat dayîn. Suham Şengalî ev tişt anî ziman: "Li Şengal û Rojava gelek şervan ji bo rizgarkirina jinên Êzidî û zarokên Êzidî canê xwe feda kirin û em ê tu carî ji wan şehîdan ji bîr nekin. Yek esîrên me jî bêyî bedel bêdayîn nehatiye rizgarkirin. Jinên Êzidî yên hatine rizgarkirin bin navê tedawiyê ji malbatên wan têne qutkirin. PDK dema fermanê tenê ji Şengalê nereviya piştî fermanê jî bi meşandina siyaseta li ser esîran xwest hêdî hêdî delîlên fermanê ji holê rakin û sûcên xwe kêm bikin. Ji ber vê em niha jî dibînin kesên ku tên rizgarkirina yek ser ji Şengalê derdixin. Çawa çeteyên DAIŞ’ê jinên Êzidî ji Şengalê derdixist, wan ji çand û baweriya wan dûr dixist, vê carê jî bi rêbazeke cuda û nerm bi navê tedawiyê wan ji ax û baweriya wan dûr dixin.
 
‘Çarenûsa bi hezaran jinên Êzidî ne diyar e’
 
Niha jinên hatine rizgarkirin bi rêbazeke cuda, bi rêbazeke nerm têne qirkirin û ji axa xwe têne qutkirin. Ji vî alî ve erk û berpirsiyariyek mezin diket ser milê meclisa ruhanî jî. Ger em li hemberî vê siyasetê nebin asteng dê êş û fermanê bidin ji bîr kirin. Ji bîrkirina êşên li fermanê ne çareseriya heta divê neyê jibîrkirin jî, ji bo rakirina tolê ev pêwîst e. Hedef û armanca PDK û hevkarên wê ev e, bi rêya esîran jibîrkirina fermanê  û kêmkirina delîlên fermanê ye. Niha ev esîr dikarin bi hebûn û delîlên xwe jenosîdê û hevkarên vê fermanê bi dinyayê bidin nasandin. Dibe DAIŞ bi fîzîkî têk çû lê em nikarin bêjin ferman bi temamî  ji holê rabûye. Heta niha çarenûsa bi hezaran jinên Êzidî ne diyar e."
 
‘Divê em dev ji têkoşînê bernedin'
 
Em hemû dizanin di bin van siyasetan de çi hene. Hikûmeta Iraqê di parlamentoyê de qanûnek ji bo Êzidiyan derxist. Ger em li xalên qanûnê binêrin hemû jî li ser madiyatê ne. Tenê ji aliyê madi ve alîkariyê digire nav xwe. Divê hemû aliyên ku destê wan di nav fermanê de hene bêne darizandin. Divê em hemû di ferqa vê siyasetê de bin û em li Şengalê xwedî li nasnameya xwe derkevin. DAIŞ xwest li Şengalê Êzidiyatiyê tune bike, xwest li Şengalê nasname, çand û baweriya me tune bike. Ji bo ku em bikaribin heyf û tola xwe rakin divê em li ser ax, bîr û baweriya xwe bin û dev ji têkoşînê bernedin.”
 
10 jinên ji destê DAIŞ’ê di dîrokên cuda de rizgar bûne jî beşdarê panelê bûn û hinek ji wan di beşa nîqaşê de axivîn û ji rêxistinên jinan xwestin, têkoşîna xwe ya ji bo rizgarkirina jinên dîl girtî zêdetir bikin.
 
Di çarçoveya nîqaşên hate meşandin hate gotin, wê hem têkoşîna ji bo rizgarkirina jinan were berdewam kirin hem jî li dijî siyaset a li ser jinên rizgarbûyî xebateke berfireh û têkoşîneke bibandor were meşandin.