DEM Partî li Periyê xebatên hilbijartinê didomîne

  • 20:28 24 Gulan 2024
  • Rojane
DERSÎM - Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê yên li Periyê bê navber didomin. Ji bo hilbijartinê ku wê 2’ê hezîranê de pêk bên îro li gundê Basu xebat hatin meşandin.
 
Pariya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê ku li ser îtîraza AKP'ê dê di 2'yê Hezîranê de li Periyê bên kirin didomîne. DEM  Partî ku tax bi tax xebatên xwe dimeşîne îro li gundê Basu bû. Namzetên Periyê Naciye Aslan û Orhan Çelebî bi heyeta ku rêveberên DEM Partiyê têde cih digirtin daxwazên welatiyan guhdarkirin.
 
Ewlatiyan daxwaz kirin ku pisgirêkên gundên wan bên çareserkirin.