Emîne Şenyaşar: Edelet li hundir berxwe dide

  • 18:16 24 Gulan 2024
  • Rojane
ENQERE - Emîne Şenyaşar ku 111 roje li ber deriyên girtî yên wezareta dadê ye got: “Edelet li hundir berxwe dide.” Emîneyê carek din daxwaza edeletê kir.
 
Emîne Şenyaşar di 14'ê Hezîrana 2018'an de hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê berê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar ji bo darizandina kujeran û kurê wê yê girtî serbest bê berdan li Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû û niha li Enqereyê didomîne. Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 111’an de didome. Emîneyê pankartên ‘Ev 111 roje deriyên wezaretê girtiye edelet li hundir berxwe dide’ vekir.
 
Li aliyê din jî  çalakiya Sevînç  Çakir ku kurê wê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hatibû girtin, jî di roja 31’emîn de berdewam kir.