Girtiyên doza Kobanê: Em li ber xwe didin

  • 16:27 24 Gulan 2024
  • Ramyarî
 
ENQERE - Serokwekîlên Koma DEM Partiyê yên ku çû serdana girtiyên doza Kobanê diyar kirin ku girtiyan gotiye, "Ji bo ku Kobanê û rûmeta mirovahiyê nekeve, çawa em li rûhê şoreşa jinê xwedî derketin, piştî vê jî wê xwedîerketina me dewam bike." 
 
Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî û Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz çûn Girtîgeha Sîncana Enqereyê û serdana Aynur Aşan, Dîlek Yagli, Pervîn Oduncu, Zeynep Olbeci, Zeynep Karaman, Alî Urkut, Alp Altinors, Bulent Parmaksiz, Gunay Kubilay, Nazmî Gur, Îsmaîl Şengul ên ji Doza Kobanê girtî ne kirin. 
 
'Hevalaên me di çalakiyê de ne' 
 
Salîha Aydenîz  ewilî axivî û destnîşan kir ku biryarên hatine dayîn qirkirin û komkujiya demokrasiyê ye û wiha axivî: “Bi van cezayên piştevanî hat cezakirin. Hevalên em çûn serdana wan jî wisa gotin. Li tevahiya girtîgehan tecrîd heye. Ji ber pergala tecrîdê hevalên me di çalakiyê de ne. Dernakevin hevdîtinan. Me tenê wek temsîlî bi sê hevalan re hevdîtin kir.
  
Wê biryardariya têkoşîna me mîna roja ewil berdewam bike. Silavên xwe li her kesî kirin. Hevalên me gotin, ‘ew çawa wan rojan li Kobanê xwedî derketin dê dîsa bi heman hişmendî û baweriyê xwedî li Kobanê derkevin’. Em dixwazin ji raya giştî re eşkere bikin, me ji wan moral girt. Têkoşîna azadî û demokrasiyê di heman demê de parastina Kobanê bi xwe ye.” 
 
'Wêneyê bê edaletiyê ye'
 
Piştî Salîhayê, Sezaî Temellî jî wiha axivî:  “Her kes dizane ku Doza Kobanê wêneyê bê edaletiya li Tirkiyeyê ye. Me gelek caran ev bêedaletî eşkere kir. Me got hûn bi Doza Kobanê li Tirkiyeyê krîza siyasetê kûr dikin û nahêlin welat demokratîk bibe. Me got di bin hişmendiya vê dozê de neyartiya li hemberî gelê kurd heye û neyartiya li hember HDP’ê heye, tecrîd heye. Hûn bi vê dozê dixwazin ji çareserkirina pirsgirêka kurd birevin. Hevalên me ji bo azadî û demokrasiyê têkoşiyan. Me bi hişmendiya çareserkirina pirsgirêka kurd têkoşîna xwe anî heta îro û wê her berdewam be. 
 
Banga têkoşînê 
 
Ev doz bi ser siyasetê de hilweşiyaye. Xelasiya ji encamên xerab ên vê dozê bi rêya hiqûqê û têkoşîna hiqûqê pêkan e. Lewma em carek din ji ber xatirê vê dozê gazî hemû civakê dikin ku ji bo edaletê, hiqûqê û demokrasiyê têbikoşin. Helbet her kes ji bo aştiyê, hiqûqê û demokrasiyê dikare tiştekî bike. Niha dem dema wê ye. Niha dem dema berxwedana li dijî biryarên vê dozê ye.”