Di çalakiya 'Dawî li tecrîdê bînin' de banga hestiyariyê

  • 16:00 24 Gulan 2024
  • Rojane
 
WAN/MÊRDÎN -Di çalakiya "Dawî li tecrîdê bînin" de bal hat kişandin ser polîtîkayên zextê yên li ser gelan û bang li raya giştî hat kirin ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dengê xwe bilind bikin.
 
Xizmên girtiyan di çarçoveya çalakiya "Dawî li tecrîdê bînin" de li Wan û Mêrdînê li ber avahiyên AKP'ê daxuyanî dan. 
 
wan
 
Li Wanê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY DER) û xizmên girtiyan bi dirûşma "Dawî li tecrîdê bînin" xwestin li ber avahiya AKP'ê daxuyaniyê bidin. Lê daxuyanî hat astengkirin. Li ser astengiyê daxuyanî li pêşiya avahiya Rêxisitna Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rêya Armûşê hat dayîn. Di daxuyaniya ku pankarta bi dirûşma "Deng bidin zindanan" hat vekirin de Rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyên bajêr û rêxisitnên Partiya Hermên Demokratîk (DBP) ên bajar û navçeyên bajarê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gel piştgirî dan çalakiyê.
 
Bang li raya giştî kirin
 
Hevserokê DBP'ê yê Bajrê Harûn Okay daxuyanî xwend. Harûn, anî ziman ku polîtîkayên tecrîdê ji sala 1999'an û vir ve dewam dikin, lê niha bi tecrîdê gihiştiye qonaxeke nû. Harûn, da zanîn ku tecrîda hatiye qonaxeke nû, hemû gelên Tirkiyeyê xistiye nava lepên polîtîkayên tecrîdê û bi bîr xist ku mûxalîf bi binçavkirin û girtinê hewl tê dayîn bên kontrolkirin. 
 
Harûn destnîşan kir ku ji bo aştiya civakî divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan demildest bê bidawîkirin û bang li raya giştî kir ku li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin.
 
Çalakiya rûniştinê
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ji bo 5 deqeyan hat lidarxistin û dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Heq hiqûq edalet" hatin berzkirin.
 
Mêrdîn
 
Li Mêrdînê di pêşengiya Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran (TUAY-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî)  di çarçoveya kampaniya bi navê "Tecrîdê bi dawî bikin û ji pirsgirêka kurd re çareseriya Siyasî" de çalakiya "Dawî li tecrîdê bînin" hat lidarxistin. Ji Mêrdîn û navçeyên wê gelek welatî bi êlekên bi nivîsa "Dawî li tecrîdê bînin" li ber avahiyaAKP'ê hatin gel hev û daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Dawî li tecrîdê bînin" hat vekirin û dirûşmên "Bîjî berxwedana zindanan" û "maf, hiqûq, edalet" hatin berzkirin.
 
'Cihê tecrîdê di hiqûq û qanûnê de tune ye'
 
Li ser navê girseyê Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrdînê Mehdî Tunç axivî û diyar kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û got, “Tecrîd di qanûn û hiqûqê de tune ye. Tecrîd komkujî ye, îmha ye. Ji ber vê em tecrîda ku ji Îmraliyê dest pê dike û li hemû girtîgehan belav bye şermezar dikin. Divê hikûmet vê rewşê li ber çavan bigire. Em tu carî vê helwesta hikûmeta AKP û MHP’ê qebûl nakin."
 
'Rêya demokrasî û aştiyê ji Îmraliyê derbas dibe'
 
Mehdî bal kişand ser çalakiya Dayikên Şemiyê jî û got, “Têkoşîna ku em dimeşînin ji bo mirovahiyê ye. Ji bo azadiya girtiyan e. Bi rakirina tecrîda li ser girtiyan, li welat û Rojhilata Navîn kes dikarin nefesê bistînin. Divê AKP û MHP bi baldarî guh bidin me; Rêya azadî, aramî, demokrasî û aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe. Ev rewş bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn dike. Ev polîtîka dibin sedema hemû neyînîyên li Rojhilata Navîn. Ji ber vê yekê divê pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk di zûtirîn demê de bê çareserkirin. Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin."
 
'Kefenê me li ser milên me ye û em aştî û edaletê dixwazin'
 
Ji dayikên Aştiyê Besna Gunay jî bang li Wezîrê Edaletê kir û got, "Dawî li vê zilmê bînin. Kefenê me li ser milên me ye û em edalet û aştiyê dixwazin. Deriyên zindanan vekin."
 
Piştî daxuyaniyê ji bo 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxisitn û çalakî bi dirûşman bi dawî bû.