Ji TJA'yê ji bo Naama Nsiri peyama sersaxiyê

  • 14:24 24 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TJA'yê ji bo Naama Nsiri ya ji bo wekhevî û edaletê bi salan li berxwe da, peyama sersaxiyê weşand. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo Çalakvan û Aktîvîsta Mafê Mirovan ku bi salan e li Tunûs û li Rojhilata Navîn ji bo Azadî û Wekheviya Jinan têdikoşiya û jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê weşand. 
 
Di dewamiya peyama sersaxiyê de wiha hat gotin:
 
Ji Bo Rêhevala Me Naama;
 
Bi bihîstina wefata Çalakvan û Aktîvîsta Mafê Mirovan ku bi salan e li Tunûs û li Rojhilata Navîn ji bo azadî û wekheviya jinan têdikoşiyan, heta bêjî dilêş û pir xemgîn in! 
 
Bi baweriya azadî û wekheviya hemû jinên cîhanê, bi dirûşma meşa jinan em bi hev du re meşiyan, pêş ve çûn. Di gelek platforman de ligel hevdu em xebitîn. 
 
Rêhevala xoşevîst Naama, bi berxwedana xwe ya bêhempa bi me jinan re rêhevaltiyeke qedîm kir. Em ê vê rêhevaltiya wê di dilê xwe de bi cih bikin.
 
Em ji Naama ya delal re sozê didin!   
 
Em wek Tevgera Jinên Kurd; di serî de li Rojhilata Navîn li hemû derê cîhanê heta hemû jin bîgihîjin serkeftin û azadiya xwe dê ev meşa me bidome, em ê teqez bigihêjin heqîqetê! 
 
Em ji malbata Naama ya delal, ji rêhevalên wê, Koordînasyona Tunûsê û ji hemû endamên Komeleya Jinên Demokratîk re sebir û metanetê hêvî dikin! Bila stêrk rêhevalên wê bin!