Li Farqînê êdî wê anonsa bi kurmancî jî bê kirin

  • 12:51 24 Gulan 2024
  • Rojane
 
AMED - Şaredariya Farqînê dest bi xizmeta anonsa kurdî jî kir û êdî wê li navçeyê anons bi kurdî û tirkî bên kirin. 
 
Şaredariya Farqînê ya di bin rêveberiya DEM Partiyê de dest bi xizmeta anonsa du zimanî kir. 
 
Şaredariyê li ser hesabên xwe yê medya dîjîtal têkildarî anonsê agahî parve kir û wiha hat gotin: "Li Şaredariya Farqînê anonsa Kurdî dest pê kir. Di çarçoveya xizmeta du zimanî de ji aliyê Şaredariya me ve anonsên Kurdî jî hatin destpêkirin. Ji niha şûn ve wê bi anonsên Tirkî re anonsên Kurdî jî bên kirin û gelê me bi zimanê xwe ji geşedanên li Şaredariya me bê agahdarkirin."