24’ê Gulana 2014'an: Hewldana Serokên Şaredariyê ya Jinan hat avakirin

  • 09:01 24 Gulan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
Di 24’ê Gulana 2014’an de li Amedê "3'yemîn Hevdîtina serokên şaredariyên jin a ji paşerojê heta niha a Tirkiyeyê" pêk hat û di hevdîtinê de biryara “Hewldana Serokên Şaredariyê ya Jinan” hat girtin.
 
Di hevdîtina ku nîqaşên kûr, danûstendinên serpêhatî û danasîn hatin kirin de şaredar û hevşaredarên berê û yên nû yên him ji Tirkiyeyê him jî ji herêmê hatin ba hev. Encamnameya hevdîtinê ji hêla serokên şaredarên jin ve hat nivîsandin û di dawiya hevdîtinê de Serokê Şaredariya Nisêbînê ya kevin Ayşe Gokkan encamname xwend. Li gorî encamnameyê jinan di hevdîtinê de biryarên girîng girtin.  
 
Di dîrokê de hin geşedanên qewimîne wiha ne:
 
2014: Li Îngilistanê parêzvana mafên reşikan Sasha Johnson hat gulebarankirin û ji serê xwe birîndar bû. Însiyatîfa Take the Initiative Party a ku ji bo reşikan hatî avakirin diyar kir ku Sasha li Londonê bi êrişê re rûbirû ma û birînda bû. Hat diyarkirin ku rewşa dayika 2 zarokan a 26 salî di xeterê de ye. Her wiha Sasha gelek caran bi kuştinê hatiye tehdîtkirin.  
 
2015: Televîzyona Dewletê ya Sûriyeyê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê yên ku bajarê dîrokî û kevnar ê Palmîrayê dagir kiribûn 400 jin û zarok qetil kirine.
 
2016: Jinan li Enqereyê li dijî rapora Komîsyona Hevberdanê ya Meclîsê ya di pêvajoya hevberdanê de mafê jinan ji wan distîne û mijara zarokên ku dikarin bi tecawizkarên wan re bên zewicandin êrenî didît tê de cih digirt, çalakî pêk anîn.
 
2019: 12 jinên Aktivîst ên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endam û rêvebirên Komeleya Jinan a Rosayê yên di çarçoveya lêpirsina Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 22’yê Gulana 2019’an de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
 
2022: Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma "Em di azadiyê de bi israr di têkoşînê de bi biryar in" di 21-22'yê Gulanê de li Enqereyê 4'emîn Konferansa Jinê ya Awarte li dar xist û encamname di 24'ê Gulanê de parve kirin.