Li Stenbolê 27 kes hatin girtin

  • 21:44 23 Gulan 2024
  • Rojane
STENBOL - Li Stenbolê ji kesên bi hinceta 1'ê Gulanê hatibûn binçavkirin, 27 kes hatin girtin. 
 
Li Stenbolê di 21'ê Gulanê de di avêtina ser malan de 27 kes hatubûn binçavkirin. Piştî karen li dozgeriyê her 27 kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin. Dadgeriyê bi hinceta çalakiyên 1'ê Gulanê her 27 kes bi îdiaya "rabûna li ber polîsan" û "meş û xwepêşandanê" girtin.