'Sûcên binpêkirina mafan li Efrînê dewam dikin'

  • 09:05 22 Gulan 2024
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
ŞEHBA - Hevseroka Yekîtiya Parêzeran a kantona Efrîn-Şehbayê Roşîn Hido têkildarî dewamkirina binpêkirinên mafan û sûcên mirovahiyê yên li Efrînê got:"Li gor raporên dewletên navneteweyî ev hemû kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê, cureyên dagirkirin, qirkirin û binpêkirinê ne. Ev kiryar gihaştine asta şer, asta sûcên li dijî mirovahiyê. Sûcên binpêkirina mafan û mirovatiyê li Efrînê dewam dikin. Em ê jî têkoşîna xwe ya li dijî vê yekê dewam bikin."
 
Ji destpêka ku bajarê Efrînê ketiye binê kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê, welatiyên li Efrînê bi hemû cureyên binpêkirinan rû bi rû dimînin. Tecawiz li zarok û jinan tê kirin. Tên revandin, kuştin û tundî li wan tê kirin. Ne tenê jin û zarok her wiha erdnîgarî û xwezaya Efrînê jî ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve tên talankirin. Darên zeytûnan tên birîn û ji koka wan tên rakirin. Zeviyên welatiyan tên şewitandin, mal û milkê wan tê dizîn û bi darê zorê ji wan tê standin. Gorên pakrewanan tên xerakirin û cenazeyên wan ji binê axê tê derxistin û li şûna wan lîstikgeh tên avakirin. Her wiha malbatên çeteyan li Efrînê tên bicihkirin û hewl tê dayin demografiya vê derê bê guhertin. 
 
Têkildarî dewamkirina binpêkirinên cur bi cur ên li Efrîna di binê kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de Hevseroka Yekîtiya Parêzeran a kantona Efrîn-Şehbayê Roşîn Hido nirxandin kir. 
 
Kiryar û binpêkirinên li Efrînê dewam dikin
 
Roşînê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dewamkirina kiryar û binpêkirinên li Efrînê û wiha dest bi nirxandinê kir:"Bi taybet jin, welatiyên li Efrînê ji roja ku Efrîn ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve hatiye dagirkirin bi binpêkirina mafan rû bi rû dimînin. 
Yek ji binpêkirinên herî mezin guhertina demografîk a ku li ser axa Efrînê tê kirine. Niha jî dewam dike. Xelkê resen ên Efrînê ji mal û warê wan bi darê zorê derdixin û li şûna wan malbatên çeteyên girêdayî dewleta tirk bi cih dikin. Li tenişta vê yekê jî kiryar û binpêkirinên weke revandina welatiyên Efrînê, kuştina wan her wiha birîna darên zeytûnê, rûxandina cihên dîrokî û firotina milk û zeytûnên xelkê Efrînê dewam dikin. Bi vî awayî binpêkirinên cur bi cur bi ser serê welatiyên Efrînê û erdnîgariya wê de tê kirin. Lê yên herî zêde para xwe ji van binpêkirinan digirin jinên di hundirê Efrînê de ne."
 
'Revandina jinan didome û berdêla wê pere tê standin'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Roşînê da zanîn ku herî zêde jin bi binpêkirina mafan rû bi rû tên hiştin û wiha got:"Yê ku herî zêde para xwe ji tundî û kiryaran girt, jinên Efrînê ne. Ji ber ku beriya bajarê Efrînê ji aliyê dewleta tirk û komçeteyên girêdayî wê ve bihata dagirkirin projeya Xweseriya Demokratîk li Efrînê hatibû rûniştandin û jinan di wê demê de xwe gihandibûn asta azadiyê û di her qad û warî de cihê xwe girtibû. Ev nehat hesabê dewleta tirk. Lê jinên kurd tim li hember vê dewletê li berxwe dane. Nimûneyeke berbiçav jî Arîn Mîrkan a ku di berxwedana Kobanê de çalakiya fedaî kir û xwe di nava çeteyên DAÎŞ'ê de teqand. Dewleta tirk û çeteyên wê dixwazin bi rêya olê civakê bigire bin destê xwe û çarşefên reş li jinên Efrînê dikin. Heta roja me ya îro jin tên kuştin, revandin û tecawizkirin her wiha îşkenceya fizîkî û derûnî li jinan tê kirin. Çeteyên dewleta tirk jin û zarokan direvînin û ji berdêla wê pere dixwazin. "
 
'Tundî li jinên Şehba û Efrînê tê kirin'
 
Roşînê da zanîn ku ne tenê jinên di hundir Efrînê de para xwe ji qirkirin û kiryarên hov digirin her wiha jinên bi zorê koçî Şehbayê bûne jî para xwe ji êriş û qirkirinê digirin û wiha domand:"Piştî Efrîn hat dagirkirin gelek kes neçar man dest ji axa xwe berdin û berê xwe ber bi koçberiyê ve bikin. Tevî ku koçber in jî lê dîsa rojane dewleta tirk êrişî wan dike. Heta niha êrîşên hov bi ser kantona Efrîn-Şehbayê de berdewam dike û gelek caran jinên Efrînê di komkujî û qetilkirinê re derbas bûne û dibin."
 
Çanda kurdan a Efrînê hat qirkirin
 
Roşînê da xuyakirin ku jinên di hundir Efrînê de ji bilî kuştin, tecawiz û îşkencekirinê bi qirkirina çandî jî rû bi rû dimînin û got:"Jinên Efrînê di hemû cureyên êrîş û tundiyê re derbas bûn. Qirkirina çandî jî li ser wan hat ferzkirin ji ber ku jin her girêdayî çanda xwe ye. Dewleta tirk çanda kurdan di Efrînê de qir kir û li şûna wê çanda tirkî û erebî sepandin. Ev di dibistanan de û li derve pêk hat. Navê gund û bajarên di Efrînê de dan guhertin. Ya herî girîng jî nasnemeya welatiyên Efrînê kir hedef û hewl dide hemû welatiyan bikin tirk."
 
'Sûcên binpêkirina mafan û mirovatiyê li Efrînê dewam dikin'
 
Roşînê encamên ji hin raporên ku derheqê binpêkirina hatibûn amede kirin her wiha ji aliyê Rêxistina Human Rights Watch hatibû eşkerekirin, nirxand û got:"Li gorî raporên dewletên navdewletî yên ku derketine pêş her wiha li gorî Rêxistina Human Rights Watch a ku Rêxistineke Navneteweyî ye dan eşkerekirin ku ev hemû kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê, cureyên dagirkirin, qirkirin û binpêkirinê ne. Ev kiryar gihaştine asta şer, asta sûcên li dijî mirovahiyê. Her wiha li gor rapora ku ji aliyê Rêxistina Human Rights ve hatibû eşkerekirin heya roja îro ev kiryar û binpêkirinên ku dihatin kirin li Efrînê didomin û bi sûcên çeteyên dewleta tirk dikin ve girêdayîye. Li gor vê raporê ev hemî kiryar ji aliyê dewleta tirk û MÎT'ê ve tên kirin. Li gor Komîsyonên Lêkolîn û Mîsyonên Lêgerîna Rastiyan dewleta tirk dagirker e û sûcên binpêkirinê dide dewamkirin. Sûcên binpêkirina mafan û mirovatiyê li Efrînê dewam dikin. Em ê jî têkoşîna xwe ya li dijî vê yekê dewam bikin."
 
'Divê dewleta tirk ji Efrînê derkeve' 
 
Roşînê da xuyakirin ku li Efrînê sûcê mirovahiyê ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve tê kirin û wiha pê de çû:"Divê ji aliyê dewletên navneteweyî were eşkerekirin ku dewleta tirk dagirker e û ji xaka Sûriyeyê bê derxistin. Ji ber armanca dewleta tirk guhertina demografîk e loma divê dewleta tirk û çeteyên ku li Efrînê hatine bicihkirin û zirareke mezin didin gel, ji Efrînê bên derxistin. Li Efrînê sûcê mirovahiyê heye. Divê cîhan li dijî vî sûcî bêdeng nemîne. "
 
'Ji ber zext û zordariyê xwekuştin li Efrînê zêde dibe'
 
Roşînê bal kişand ser zewaca di temenê zarokatiyê ya zarokên keç de û wiha got:"Îro li bajarê Efrînê zarokên keç di temenê biçûk de tên zewicandin. Bi darê zorê bi çeteyên dewleta tirk re tên zewicandin. Her wiha li gel vêya, tecawizkirina jinan zêdetir dibe. Di heman demê de ji ber tecawizê jinên li Efrînê xwe dikujin. Em baş dizanin dema ku projeya Xweseriya Demokratîk li Efrînê hatibû rûniştandin jinan xwe nedikuştin. Ji ber zext û zordestiyên çeteyên dewleta tirk jin xwe dikujin."
 
'Divê biryara ku dewleta tirk dagirker e were standin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Roşînê bang li rêxistinên mafê mirovan kir ku xwedî li welatiyên Efrînê derkevin û bi erka xwe rabin û got:"Di destpêkê de banga me ji cîhanê re heye ku hewl bidin û binpêkirinên derheqê mirovan de bi dawî bibin. Bila derbasî cihên hatine dagirkirin bibe da ku pêşî li binpêkirinên mafan bê. Her wiha em banga xwe ji bo Neteweyên Yekbûyî jî dikin ku hewl bide Tirkiye ji Efrînê derkeve. Bila qebûl bikin ku dewleta tirk dewleteke dagirker e. "