Ji bo zarokan perwerda azadîxwaz û laîk dixwazin

  • 09:04 22 Gulan 2024
  • Rojane
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Ji rêveberiya DAD'ê ya Îzmîrê Semra Acar Madya der barê mufredata nû de axivî û da zanîn ku ev mufredata nû ji bo zarokên xwedî baweriyên cuda wê ‘qirkirina çandî’ biafirîne û ew ew ji bo hemû zarokan perwerdehiyeke laîk û azadîxwazin dixwazin. Semrayê got divê her kes bi hestiyar be û balkişand ser girîngiya têkoşînê.
 
Wezareta Perwerdehiya Mîllî (MEB)  pêşnûmeya nû ya mufredatê ya ‘Modela Maarîf ya Sedsala Tirkiyeyê’ di 26’ê nîsanê de bi rayagiştî re parve kir. Hat diyar kirin ku wê pêşnûmeya mufredatê demekê li ser malpera înternetê bimîne û derbarê mufredatê de nêrîn bên girtin. Piştî vê wezîrê Perwerdê Yusuf Tekîn da zanîn ku vê pêvajoyê de ji 67 hezarî zêdetir nêrîn hatiye girtin. Hemû nêrîn û pêşniyarên der barê  pêşnûmeya mufredata nû wê ji aliyê  Serokatiya Lijneya Talîm û Terbiyeyê ve bê nirxandin. Piştî van astan wê mufretadata nû bigihêje teşeya xwe ya dawî û wê di sala perwerda nû 2024-2025’an de di pêşdibistan, pola yekemîn, pola 5’an û 9’an de ast bi ast pêk bê.
 
Hinek sendîka,saz î û partyên siyasî îtîrazê xwe yên der barê bernameyê de anîn ziman. Lê sekreterê giştî yê HUDA PAR'rê Şahzade Demîr di 11’ê Gulanê de axivî û got ji bo mirovên baş bên gîhandin ev gavek girîng e. 
 
Navê modela mufredatê kirin ‘Modela Maarîf a Sedsala Tirkiyeyê’. Ev model di alî ku bi nêrînek îdeolojîk hatiye amadekirin, tê rexnekirin. Îfadeya ‘sedsala Tirkiyeyê’  navê vîzyona di qadên cuda de ku perwerde jî tê de di sedsala komarê de ku ji aliyê Serokomar Tayyîp Erdogan ve hatiye danînê ye. Her wiha naveroka mufredatê jî pir tê nîqaşkirin. 
 
Ji rêveberiya  Komeleya Eleweiyan a Demokratîk (DAD) a Îzmîrê Semra Acar Madya derbarê mufredata nû de axivî.
 
AKP li gorî xwe civakê ava dike
 
Semrayê da zanîn ku AKP’ê seranserê desthilatdariya xwe de qada ku herî zêde mudaxale kiriye qada perwerdê bû ye û got: “Me ev rewş bi bertekên ji çapemeniyê û malbatê hatine dîtine. AKP hewl dide civakek li gorî xwe ava bike. Hewl didin vê avakirinê jî ji ser perwerdê bikin. Dersên olî di pola çaran de ferz dikin û yekane sedema vê heye; zarok temenê 9-10’an de şênber nafikirin. Yanî nirxên baweriyê wan temenan de fêr dibin. Bi taybet ev temen tê hilbijartin û ev bi salane wisa didome.”
 
‘Projeya asîmîlasyonê li hember Elewiyan avakirin’
 
Semrayê her wiha destnîşan kir ku desthilatdarî bi salane guherîna mufredatê dike û mufredata nû ji encama guherînên ji paşerojê heta îro hatine kirinê ye. Semrayê wiha dirêjî dayê: “Ji vir şûnde çi bibe em nizanin. AKP bi salan eli hember elewiyan projeya asmîlîasyonê dimeşîne. Herî dawî girêdayê wezareta çandê Serokatiya Mala Cemê ya Elewiyan ava kir. Di bin navê vê de hewl dan elewiyan li Mala Cemê rêxistin bikin û entegreyê îslamê bikin.”
 
Qirkirina çandî
 
Semrayê got piştî ku desthilatdarÎ bi seroktaya Mala Cemê re biser neketiye, asîmîlasyon di qada perwerdê de meşandiye û got: “Venasîna elewitiyê bi hedê tu kesî neketiye. Elewîtî ne tenê baweriyeke jiyane, çande. Girêdayê vê wê ev bi zarokan re bibe sedema şikestina çandî. Ji bo me ya girîng xwezaye, jin û jiyane. Rêgezên me gerdunî ne. Em di vê esasê de zarokên xwe digihînin. Zaroka min 2 sal û nîv e. Em li kreşan digerin li kreşan dibêjin ‘dersa nirxan’ heye. Ev rewş bi xof e. AKP vê li ser MEB’ê dike. Bi temenê biçûk de hewl didin xwe lis er bi bandor bikin.”
 
‘Divê têkoşîn bê dayîn’ 
 
Semrayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li cîhanê zanist pêş dikeve li Tirkiyeyê hîna der barê ferzkirina dersên olî de nîqaş tên kirin. Ji mamosteyên matematîk, kîmya û her wekê din zêdetir mamosteyên çanda olî tên tayînikirin. Ev ji bo me bi xof e û nikare bê qebûlkirin. Em perwerdehiyek laîk û azadîxwaz dixwazin. Em ji bo hemû zarokên gelan vê dixwazin. Hewcedariya me bi zanistê heye. Divê li dijî vê her kes bi hestiyar be û bi hev re têbikoşe.”