Li Pênciwênê şewat

  • 16:16 17 Tîrmeh 2024
  • Ekolojî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Polîsan a Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê ragihand ku ji ber sedemek nediyar agir bi gundên Pênciwênê ketiye.
 
Rêveberiya Polîsan ya Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber sedemek nediyar agirek mezin bi gundê Siyamêwe ya bi ser bajarokê Nalparêz ya li sînorê Pênciwênê ketiye.
 
Hate gotin ku ji ber şewatê, 200 donum erda daristanê û puş şewitiye û bihevkariya xelkê gund agir hatiye vemirandin.
 
Hêjayî gotinê ye danê siharê balafira bê mirov û bi çek ya artêşa Tirk a dagirker sînorê gundê Badînan yê ser bi bajarokê Nalparêz ya navçeya Pênciwên ser bi parêzgeha Silêmaniyê bombebarankiri bû.