‘Bendavên li Kurdistanê tên çêkirin ji bo guherîna demografîk e’

  • 09:03 16 Gulan 2024
  • Ekolojî
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Ekolojîstan balkişandin ser bendava ku tê xwestin li Geliyê Godernê bê çêkirin û gotin: “Ev projeyên ku asmîlasyona gel û guherîna demografîk armanc dike ne.”
 
Li navçeya Farqîn, Pasûr û Licê ya Amedê, dixwazin Geliyê Godernê ku qada ji 50’yî zêdetir gundî welatî û zindiyan e tune bikin. Li qada xweza û jiyanê ya ku dewlet dixwaze tune bike navê ‘bendava ewlehiyê’ hatiye dayîn û dixwazin wisa rewa bikin. Tevgera Ekolojîst a Mezopotamyayê der barê bendava ku tê xwestin bê çêkirin de daxuyanî da û wiha bertek nîşan dabû: “Pêngava dawî ya qirkirina ekolojiyê  bendava Farqînê ye. Bendava Farqînê ya tê xwestin bê çêkirin ji sermayeyê re xizmetê dike ji bo netew dewleta yekparêz tê avakirin. Tê gotin ku ji bo fêdeya gel e lê ev hemû xapînok in û ji rastiyê dûr in.”
 
Aktîvîsta Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Derya Akyol û aktîvîsta Komeleya Ekolojiyê Elîda Zerrî jî gotin tiştên tên kirin ancax bi têkoşîna civakê dikare bê çareserkirin.
 
‘Armanc asîmîlasyona gel e’ 
 
Deryayê da zanîn ku Bendava Ilisu jî wek bendava Farqînê di bin navê ewlehiyê de girtine lîteraturê û wiha got: “Ev polîtîkayeke feraseta netew dewleta ya yekparêz e. Ev projeyeke ku li Kurdistanê asîmîlasyon û guherîna demografiyê hedef digire ye. Belê armancek sermayedaran heye. Dixwazin Kurdan ji cihê wan bikin û asîmîle bikin. Geliyê Godernê xwedî dîrokeke xwe dispêre neolîtîkê ye. Di heman demê de bi xwezaya xwe gelek cureyên zindiyan dihewîne. Wek cihên din Geliyê Godernê jî bi xwezaya xwe ji bo ekolojiyê cihekî pir girîng e."
 
‘Bi bertekên civakê wê têkoşîn xurt bibe’
 
Deryayê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Ji bo me hewa, av, ax û civak xwedî cihekî girîng in. Bi çêkirina bendavê re wê gund bên valakirin û bi vê jî tê armanckirin ku Kurd ji cihê xwe bibin. Hedefa me jî parastina xweza û ekolojiyê ye. Em niha ji bo parastina nasnameya Kurd û çandê têdikoşin. Der barê Geliyê Godernê de pêvajoya dadgehê didome. Lê ji ber di bin kontrola desthilatdariyê de ye encam nayê girtin. Ev jî parçeyek têkoşînê ye lê bi giştî têkoşîn wê bi berteka civakê xurt bibe. Em aktîvîstên ekolojiyê heta ji destê  me bê,  em vê bi hevkariya çapemeniyê belav dikin. Lê astengî hene. Dema astengî çêdibin bertek jî qels dibin.”
 
‘Dixwazin bikin beton’
 
Aktîvîsta ekolojiyê Elîda Zerrî jî destnîşan kir ku dewlet bi zanebûn bendavan çêdike û wiha pê de çû: “Bi taybet li erdnîgariya Kurdan bendavan dikin hincet û dîroka me tune dikin. Hewl didin bê mirov bihêlin. Me ev li Heskîfê dît. Qada dîrokî û çandî veguhertin betonê. Li Geliyê Godernê jî bi dînamîtan xweza tê talankirin û tunekirin. Dema ev dibin bertek jî qels dimînin. Dema mijar dibin Kurd û Kurdistan mixabin bertek qels dimînin. Dema li cihekî din xweza tê talankirin em hema radibin ser piyan û diçin gel wan. Ez bang li hemû aliyên hestiyar dikim; vexwendiyê vir dikim. Em li vir bendê ava bikin.”