Yekitiya Ekolojiyê li Amedê civiya

  • 11:43 11 Gulan 2024
  • Ekolojî
 
AMED - Yekîtiya Ekolojiyê ya ji aliyê 86 rêxistinên ekolojiyê ve hatiye avakirin, konferansa xwe li dar dixe.
 
Yekîtiya Ekolojiyê ya ji aliyê 86 rêxistinên ekolojiyê ve hatiye avakirin, li Navenda Kongreyê ya Sezaî Karakoç a Amedê ji bo xeteke nû ya têkoşîna li li dijî hilweşandina ekolojiyê ya îqtîdarê,  li Salona Konferansê ya ÇandAmed ku konferans lê hat lidarxistin pankartên "Cewher, çand û dîroka xwe biparêzin", "Ji bo jiyanê yekitî û têkoşîn" hatin daliqandin. Hevseroka Komîsyona Ekolojî û Çandiniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Melîs Tantan jî weke pêkhate beşdarî konferansê bû.
 
'Berxwedan wê bidome'
 
Hevberdevkê Yekîtiya Ekolojiyê Guner Yanliç ku axaftina vekirinê kir, got, “AKP û MHP bi salan e ku rûxandinên mezin ên ekolojiyê pêk tînin û li cihên ku ev rûxandin çêdibin berxwedaneke mezin heye. Deng li her derê bilind dibe. Ez bawer dikim ku têkoşîn û berxwedan wê di pêşerojê de jî bidome."
 
Piştî axaftina vekirinê konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.