'Polîtîkayeke Tirkiyeyê li ser komkirina gelaşan nîne'

  • 09:02 21 Nîsan 2022
  • Ekolojî
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Ji Komeleya Ekolojiyê ya Mêrdînê Derya Akyol, bal kişand ser qeyrana ekolojiyê û got: "Tirkiye welatekî ku di warê birêvebirina gelaşan de li paş maye, ev pirsgirêk timî di rojevê de ye. Gelaşên ku li derdora derya û çeman kom dibin, dibin sedema gelek pirsgirêkan ên wekî dîrbarî, qirêjiya derdorê û nexweşiyan.”
 
Çemê Dicleyê ku yek ji çemê herî mezin ên Tirkiyeyê ye, çavkaniya herî girîng a avê ya Tirkiyeyê ye. Lê mixabin Çemê Dîclê jî para xwe ji polîtîkayên talan û texripkirinê girtiye. Xeta kanalîzasyonê ya navçeya Cizîra Şirnexê diherike Çemê Dîcleyê, gelaş li dora çem tê walakirin. Rayedar û her wiha Şaredariya Cizîrê ya ku qeyûm lê hatiye tayînkirin li hemberî vê tiştî bêhelwest in. Ji Komeleya Hawirnas a Mêrdînê, hawirnas Derya Akyol, têkildarê mijarê de ji ajansa me re axivî. 
 
Derya, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser qeyranên ekolojîk û got: "Qeyrana avhewayê ya ku îro hema bêje di rojeva hemû welatan de ye; yên ku qeyran afirandin li ser çareseriyên xwe yên bi awayekî entegreyî sîstemê diaxivin. Ev rewş li welatê me ne cuda ye. Ligel rastiya qeyrana avhewayê, gelaş jî yek ji faktorên bandorê li qeyrana avhewayê dike. Mixabin bi polîtîqayên pergalê yên ku bi berdewamî hilberîn û xeritanê teşwîq dikin, bermahî bi lez zêde dibin.”
 
‘Zindi tên tunekirin’
 
Derya, bi lêv kir ku her tim ji aliyê pisporan ve tê gotin ku bi tevî gelaşên gerdûnî û pişesazî gelaşên ku li cihekî tên komkirin xetereyên mezin bi xwe re tîne. Derya, diyar kir ku gelaşên çopên hilanîn bi tevî qirêjiya howirdorê tevlî hewa, ax û axê dibe û ev tişt zirarek mezin dide xweza û tendûristiya civakê û wiha domand: “Bi taybetî dema ku baran dibere bi ava erdî û axê re têkel dibe û bi awayekî enfeksiyanê digihêje me.  Bi heman awayî zirarek mezin dide ekosîstema av, ax û hewayê. Tiştên zindî yên di ekosîstemên ax û avê de ji ber bermayiyên ku vediguherin zirarê tên tunekirin.”
 
‘Komkirina gelaşan dibe sedema pirsgirêkan’
 
Derya, berdewamiya axaftina xwe de ev tiştan got: “Bi çêbûna gaza behahiyê ya bê kontrol di dema perçebûna anaerobî ya beşên organîk ên biyolojîk ên bermayên hiş ên berhevkirî de, îhmala bandorên hawirdorê yên wekî teqîn û agir heye. Ji ber vê yekê ligel wê; ew qirêjiya hewayê, tunekirina nebatan û germbûna gerdûnî bi xwe re tîne. Di hin rewşan de wekî çareseriyek demkî gelaşên kombûyî ji aliyê saziyên pêwendîdar ve tên şewitadin û bi taybetî bermayiyên ku madeyên kîmyewî tê de hene wek gazên jehrî û kerpî digihîje hewayê. Tirkiye weke welatekî ku warê birêvebirina çopê de li paş maye, ev pirsgirêk timî di rojevê de ye. Çopên ku li derdora derya û çeman kom dibin, di hin rewşan de li nêzî niştecihan dibin sedema gelek pirsgirêkan ên wekî dîrbarî, qirêjiya bêhnê û nexweşiyan.”
 
‘Pergal gelaşê yan wekî çavkaniya sermayê dibîne’
 
Derya, dawiya axaftina xwe de got ku pirsgirêkên wekî qeyrana akolojîk, zirara li ekosîsteman, tendûristiya civakê ligel zêdebûna pirsgirêka gelaşê rastiyên ku nayên  paşguhkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev hemû rastiyên ku diyar in jî pergal gelaşê yan wekî çavkaniya sermayê dibîne yan jî bi tenê dihêle. Zindiyên di xwezayê de mehkûmê tunekirinê hatine hîştin.”