ÎHD'ê ji bo agirê bi daristanên Şemzînanê ketiye banga 'lezgîn' kir

  • 11:35 2 Îlon 2021
  • Ekolojî
WAN - Agirê bi daristanên Bedlîsê ket piranî hat kontrolkirin. Lê belê agirê li Şemzînanê her diçe belav dibe. ÎHD'ê  ji bo agirê bi daristanên Şemzînanê ketiye banga 'lezgîn' kir.
 
Agirê ku duh bi daristanên gundikên Gerket û Begirdî yên girêdayî gundê Nehrî yê navçeya Şemzînana Colemêrgê ket, didome. Agirê ku ji hewa ve mudaxale lê nayê kirin gundî bi derfetên xwe hewl didin vemirînin. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê têkildarî şewata her ku diçe belav dibe daxuyanî da. 
 
ÎHD’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ji bo agirê ku piştî Dersimê li Şemzînanê bi daristanan ket tu mudaxale nayên kirin. Bergiriyên li dijî xwezayê tên girtin, bergiriyên ji bo mirovahiyê tên girtin in.”
 
Qadeke bi qasî 20 hektar şewitî
 
Agirê ku di 30’ê tebaxê li herêma Ava Weqfê ya Bedlîsê ket jî di encama mudaxaleya ji hewayî hat kirin de zêdetirî şewatê hat kontrolkirin. Di şewata ku gihişt gundê Hurmuz ê girêdayî navçeya Motkî ya Bedlîsê bûyî de qadeke bi qasî 20 hektar şewitî. Tê diyarkirin ku li Çiyayê Bozê li hin cihan bi bandora hewayê agir bilind dibe.