'Rêya aştiyê ji Roboskiyê re derbas dibe'

  • 12:43 28 Kanûn 2025
  • Rojane
ŞIRNEX - Kesên di Komkujiya Roboskê de hatin qetilkirin, di salvegera 14’an de li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Velî Encu di bîranînê de got: “Hûn nikarin ser Komkujiya Roboskê bigirin. Hûn nikarin jinedîtî ve bên. Dengê me yê edaletê bibihîsin.”
 
Balafirên dewleta Tirk di 28’Ê Kanûna sala 2011’an de li gundê Roboskê yê navçeya Qileban a Şirnexê welatiyên sivîl bombebaran kir û 19 jê zarok bi giştî 34 welatî bi hovane qetil kir. Bi ser komkujiyê re 14 sal derbas bûn. Kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin, li ser gorên xwe yên li goristana gund hatin bîranîn. 
 
Li gel malbatên Roboskê, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, hevserokên giştî yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Yekitiya Baroyan, hevserokên Partiya Kedê (EMEP), nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî û rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek welatî tev li bîranînê bûn. Malbatên tev li bîranînê bûn, wêneyên xizmên xwe hilgirtin. Her wiha beşdaran pankartên “Roboskê nayê jibîrkirin” û “Edalet ji bo Roboskê” hatin hilgirtin û dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. 
 
Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî li ser navê malbatan Velî Encu axivî û got ku ev 14 sal in li benda edaletê ne. Encu, got: “Bêedaletiyeke mezin heye. Di yek kêliyê de jî êşa di dilê dayikan de neçû. Em dixwazin aştî were. Dixwazin çek bêdeng bibin û çi êşên din neyên jiyîn. Hûn nikarin li rexekî bibêjin aştî û li rexa din jî bi ser Komkujiya Roboskê bigirin. Hûn nikarin Roboskê jinedîtî ve bên. Qerînên me yên edaletê bibihîsin. Rêya aştiyê, ji Roboskê derbas dibe.” 
 
Wekîlê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî anî ziman ku tişta li Roboskê hatiye kirin sûcê li dijî mirovahiyê ye û heta edalet pêk tê dê bişopînin. 
 
Serokê Yekitiya Baroyê Tirkiyeyê Erînç Sagkan jî got: “Me 14 sal berê jî malbat bi tenê nehiştin û em niha jî bi wê soza xwe dikin. Tê gotin ku wext, dermanên birîna ye lê ew bi têr nake, heke hûn edaletê pêk bînin wê demê dê ew birîn hinek jî be bên girtin. Lê di 14 salan de ev êş hêj girantir bû.” 
 
Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan jî got: “Komkujî, di bin çavdêriya îktîdarê de hate kirin. Pir aşkeraye ka kî li dijî vê komkujiyê derket. Berpirsyartiya rêveberên welat ên wê demê heye. Lê nehatin darizandin. Dibêjin qey ev dê bo wan bimîne. Ev 14 sal in ji bo tişta kirin bo wan nemîne, em ji bo Roboskê têdikoşin.” 
 
Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçakê jî zarokên di komkujiyê de hatin qetilkirin bi bîr xist û ji bo Roboskê daxwaza edaletê kir.  
 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di bîranînê de axivî û got ku piraniya kesên hatine qetilkirin zarok bûn û dê Roboskê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku ken, lîstik, dibistana zarokan nîvco man û wiha domand: “Evînên ciwanan nîvco man. Ji bo debara malbata xwe, ji ber neçariyê çiya derbas kirin da ku paketeke tûtinê, paketek cigareyê bînin û di wê rojê de 34 mirovên me di bombebarana TSK’ê hatin qetilkirin. Ev 14 sal in em dipirsin. Wê rojê civîna Lijneya Ewlekariyê ya Netewî hebû. Gelo di civînê de li ser Roboskê axivîn? Divê ev were aşkerakirin. Dewletê 24 saetan daxuyanî neda. Di dawiya dawî de daxuyanî dan û gotin ‘îstîxbarata xelet’ û ‘qezaya operasyonê.’ Piştre ne sersaxî xwestin, ne lêborîn xwestin ne jî dozek hate vekirin. Heke îxbara xelet be, wê demê kê ev îxbar kir? Em dixwazin ev bê aşkerakirin. Heke îxbara xelet nebe wê demê kê fermana rakirina wan balafiran da, kê fermana bombebaranê da? Bila ev kes bên aşkerakirin û darizandin. Li hemberî Roboskê sûcê li dijî mirovahiyê hate kirin. Demborîna vî sûcî nîne. Em ê nehêlin dewlet û îktîdar ser vî sûcî bigire. Em vê qebûl nakin.” 
 
Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku li welêt hiqûqa cotstandartî heye û wiha pê de çû: “Çi dikin? Jinedîtî ve tên. Dixwazin ser komkujiyê bigirin. Lê li dijî welatiyên me yên sivîl sûcekî mezin kirin. Kesên fermana rakirina balafiran, yê bombebarankirina zarokan dan jî diyar in û divê tavilê bên darizandin.”
 
Tulay Hatîmogûllariyê, bal kişand ser pêvajoya heyî û got: “Ev xak êdî ji xwînê têr bû. Em dibêjin bila êdî aştî were. Rêya anîna aştiyê ya vî welatî, hevrûbûna bi êş, rastî û dîrokê pêkan e. Bi derketina holê ya heqîqetê pêkan e. Em careke din bang li dewletê dikin ku bi heqîqeta Roboskê re hevrû bibin û dewlet û îktîdar gavan biavêjin. Divê lêborîneke jidil bixwazin û hevrû bibin. Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe.”
 
Tulay Hatîmogûllari, got ku heta niha jî polîtîkayên “ewlehiyê” tu encam bi xwe re ne anîne. Tulay Hatîmogûllari, herî dawî jî kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin bi bîr anî, sersaxî ji gelê Kurd xwest û soza anîna aştiyê da. 
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî got: “Dê doza Roboskê neyê girtin. Her tim xwestin gelê me bi komkujiyan were bîranîn. Ji Dêrsimê heta Roboskê gelek êş hatin kişandin. Niha pêvajoya aştiyê heye. Ev nayê wê wateyê ku em rabûrdiyê ji bîr bikin. Em ê li pêşeroja xwe binêrin. Heta di doza Roboskê de edalet çênebe dê aştiyeke birûmet çênebe. Ji me dixwazin ku em rabûrdiyê ji bîr bikin lê em ê ji bîr nekin. Bi hiqûqeke cuda nêzî me dibin. Di her metreyekê wê de hêza dewletê heye. Cuda nêzî gelê me dibin. Ser re jî dibêjin ‘pêvajoya aştiyê heye.’ Dev ji vê polîtîkayê berdin. Ji bo aştî û edaletê firsendek li pêşiya me heye. Dayik ji bîr nakin. Em ê heta dawiyê doza Roboskê bişopînin. Em duh jî li vir bûn dê sibê jî li vir bin.” 
 
Girseyê herî dawî qurnefîl danîn ser gorên kesên hatine qetilkirin û bîranîn bi kirina duayan bi dawî bû.