Tevgera Jinan a Pencereya Hêviyê li dijî Talîban banga serhildanê kir

  • 14:52 23 Tîrmeh 2024
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinan a Pencereya Hêviyê di 3'yemîn salvegera dagirkirina Efganîstanê de daxuyaniyek da û banga yekitiya li dijî Talîbanê kir û diyar kir ku di 15’ê Tebaxê de rabin serhildanê.
 
Talîbanê ku bi polîtîkayên xwe yên dijminatiya jinan tê naskirin, di 15’ê Tebaxa 2021’ê de li Efganîstanê rêveberiya welat xist bin kontrola xwe de û hemû qadên jiyanê yên jinan tune kir. Di sala sêyemîn a desthilatdariya Talîbanê de komek jinên çalakvan ên bi navê “Tevgera Jinan a Pencereya Hêviyê” bang li gel kir ku di 15’ê Tebaxê de rabin serhildanê û têbikoşin.
 
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Jinan a Efganîstanê, Tevgera Jinan a Pencereya Hêviyê ev daxuyanî da: “Di 15’ê Tebaxê de em bang li hemû gelê Efganîstanê, civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, tevgerên femînîst û rêxistinên parêzvanên mafên mirovan dikin ku piştgiriyê bidin jinên Efgan. 
Em di ferqa kûrahiya krîzê de ne, em ji bo mafên mirovan diqîrin û dengê xwe bilind dikin. Werin em bi hemû hêza xwe li kêleka jinên Efganî bin. Werin em careke din rûmeta mirovahiyê û nirxên mafên mirovan biparêzin. Werin em li dijî binpêkirinên sîstematîk ên mafên jinan bisekinin û têbikoşin. Werin em mafên mirovan careke din li Efganîstanê vegerînin.
 
Di van sê salên ku Talîban li Efganîstanê desthilatdar bû, jiyan ji bo gelê efganîstanê, bi taybetî jinan, bû dojeh. Têkoşîna li dijî zilma Talîbanê, yekitî, nûkirina hêza xwe, domandina biryardariya xwe û rizgarkirina gel mifteya serkeftina me ye.”