436 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan

  • 12:15 11 Gulan 2024
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efganîstanê 62, li Kenyayê 267 û li Brezîlyayê jî 107 kes di encama lehiyê de jiyana xwe ji dest da.  
 
Li Efganîstan, Kenya û Brezîlyayê di encama lehiyê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û hêj jî bandora lehiyê li her 3 welatan berdewame.
 
Li eyaleta Baghlan a bakurê Efganistanê ji ber lehiyê herî kêm 62 kes jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.
Berpirsê kontrolkirina karesatên xwezayî ya Talîbanê ya li parêzgeha Baglanê Hedayetullah Hemderd, ragihand ku ji ber lehiya li parêzgeha bakurê Efganistanê rabûye herî kêm 62 kes jiyana xwe ji dest dane.
 
Hejmara kesên ku di lêhiyên li Kenyayê de jiyana xwe ji dest dane bû 267, hejmara birîndaran jî weke 188 hate ragihandin. Li Brezîlyayê jî hejmara kesên ku di encama barana zêde ya bû sedema lehiyê de jiyana xwe ji dest dan bû 107, hejmara kesên ku winda bûne jî bû 136.