Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê dest pê dike

  • 09:57 24 Tîrmeh 2024
  • Çand û Huner
 
Gulistan Gulmuş
 
DÊRSIM - 22'yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ku îsal li Dêrsimê tê lidarxistin, sibê dest pê dike. Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan derbarê mîhrîcanê de wiha axivî: "Ji bo rawestandina polîtîkayên şerê taybet divê em vî bajarî biparêzin."
 
Li Dêrsimê îsal jî wê 22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê tê lidarxistin. Mîhrîcana ku dê 4 roj bidome dê gelek bername bên lidarxistin. Mîhrîcan bi dirûşma “Em ê destûr nedin desteserkirina xweza û îradeya me” di navbera 25-26-27-28’ê tîrmehê de pêk bê. 
 
Derbarê mîhrîcanê de Heşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ji ajansa me re axivî û banga tevlîbûnê li welatiyan kir. 
 
Mîhrîcan 4 rojan bidome
 
Bîrsen, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser girîngiya mîhrîcanê: "Dêrsim xwedî taybetmendiyek e û bi çand, xweza û baweriya xwe. Bernameya ku dê 4 rojan bidome hatine amadekirin. Ji roja destpêka mîhrîcanê heta îro hewldaneke nasandina Dêrsîm, xwezaya Dêrsimê heye. Her wiha em hewl didin ku çand û xwezaya Dêrsimê biparêzin. Geşedanên ku li cîhan û Tirkiyeyê heyî Dêrsim jî para xwe girt. Armanca mîhrîcanê yek jî bilindkirina deng e û xwe nasandin e."
 
Xebateke kollektîf
 
Bîrsen, da zanîn ku mîhrîcan ji pergala heyî bi bandor dibin û wiha bi lêv kir: "Bi qedexe û astengiyan hewl didin mîhrîcanan ji holê rakin û kombûna girseyan asteng bikin, piştevaniyê ji holê rakin. Mixabin gelek mîhrîcan dibin sedema qirêjbûna derdorê û lê em dizanin ku welatiyên me zanene û dê xwedî li xwezaya xwe derkevin. Ji bo plansaziya mîhrîcanê em bi hemû sazî û dezgehên bajêr re civiyan. Ji ber pakêtên tasarûfê me bi kollektîfî plansaziya bernameyan kir."
 
Dê bernameyên cuda bên lidarxistin
 
Bîrsen, wiha behsa bernameya 4 rojan a mîhrîcanê kir: "Em bajarê ku bîra civakî û di travmayên mezin heyî de dijîn. Li Dêrsimê birînên ku hêj nehatine pêçan hene. Divê em ji xeta bîra xwe ji bîr nekin. Konser, bernameyên ku geşedanên siyasî vedibêjin bên lidarxistin. Starta mîhrîcanê dê li Qada Seyîd Riza bê dayîn û her wiha li  vir ji hêla Platforma Jinan ve xebatek bê meşandin. Dîsa bi sernavê ‘Jineolojî siyaseta demokratîk nîqaş dike' dê panelek bê lidarxistin. Mîhrîcan dê bibe mîhrîcaneke jinan. Li vî bajarê mijara herî xemgîn jî koçberiya ciwanan e û ev mijar bê dest girtin. Her wiha ev mîhrîcan tenê bi konseran pêk nayê. Ji baweriyê heta ziman dê her mijar di vê mîhrîcanê de cih bigire. Ji bo xwedî derketina nirxan û li dijî polîtîkayên şer divê em xwedî li bajarê xwe derkevin." 
 
'Xwezayê biparêzin'
 
Bîrsen, herî dawî banga tevlîbûnê li welatiyan kir û got: "Her wiha em ji esnafên bajêr daxwaz dikin ku tiştan bi bihayeke zêde nefroşîn. Her wiha divê welatî li hemberî xwezayê jî hişyar bin û biparêzin."