Wê di 25’ê Gulanê de li Erdîşê mitînga ziman bê lidarxistin

  • 12:51 23 Gulan 2024
  • Çand û Huner
 
 
WAN - Di 25’ê Gulanê de wê di çarçoveya çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî de li navçeya Erdîşê bi dirûşma “Her dem kurdî her der kurdî" mitîng bê lidarxistin. 
 
Ji 10’ê Gulanê ve li Wanê di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de çalakî tên lidarxistin. Di 25’ê gulanê de jî dê li navçeya Erdîşê bi dirûşma “Her dem kurdî her der kurdî” mitîng bê lidarxistin. Mitîng dê li Fener Alayi ya li Taxa Sahîl Kentê saet di 10.30’an de bê lidarxistin. Mitîng ji hêla Komeleya Lêkolînên Ziman Çand û Hunerê ya Arsîsayê (ARSÎSA), Kovara Destarê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê ve tê organîzekirin.