1’emîn Mihrîcana Pirtûkan a Mêrdînê dest pê kir

  • 14:06 17 Gulan 2024
  • Çand û Huner
 
MÊRDÎN - 1’emîn Mihrîcana Pirtûkan a Mêrdînê dest pê kir û wiha hat gotin: “Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin.” 
 
1’emîn Mihrîcana Pirtûkan a Mêrdînê dest pê kir. Mihrîcan li Baroya Merdînê tê lidarxistin. 20 weşanxane û 62 nivîskar tev li mihrîcanê dibin. Gelek pirtûkhez ji serê sibê ve serdana standên pirtûkan dikin. 
 
Ji Komîsyona Mafên Ziman û Çandan a Baroya Mêrdînê Dîlan Koç wiha axivî: “Hemû weşanger, nivîskar û xwendekar ji bo ev kevneşopî bijî û berbelav bibe, berpirsyariyekî mezin digirin ser xwe. Dê bi keda we ziman û çanda me bigihije nifşên nû. 
 
Dîlan bal kişand ser Cejna Zimanê Kurdî û ev titş gotin: “Em berminetdarên mirovên ku riha xwe, laşê xwe û fikrên xwe di oxira zindîkirin û berbelavkirina ziman de feda kirine ne. Em di hefteya Cejna Zimanê Kurdî de ne roja kurdî di heman demê de, cejna parvekirina agahiyê, feraset û dostaniyê jî pîroz dikin.” 
 
‘Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin’
 
Piştre berdevkên rêveberên weşangeran mafên axaftinê girtin. Ji Avestayê Songul Keskîn, ji Moriyê Mem Bawer, ji Wateyê Denîz Gunduz bi ser girîngiya ziman axaftin kirin û vê peyamê dan: “Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin.” 
 
Denîz Gunduz wiha axivî: “Kurmancî jî be kirmanckî jî be mixabin zimanê kurdî di talukeyê de ye. Her roj zimanê me bêhtir dihele. Divê em bi organîzasyonên bi vî rengî bêhtir werin cem hev. Dê çalakiyên bi vî rengî di mijara parastina zimanê me de bibandor bin. Bi vê wesîleyê em Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin.” 
 
Ji Platforma Ked û Demokrasiyê Aydin Aslan jî bal kişand ser girîngiya mihrîcanê û spasî li hemû beşdarvanan kir. 
 
Mihrîcan dê heya 19’ê gulanê bidome.