Pervîn Buldan piştgirî da protestoya hûnandina kezî

  • 22:24 22 Ocak 2026
  • Rojane
STENBOL- Parlamentera DEM Partî ya Stenbolê û endama heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan ji ser hesabê X’ê vîdeoya hûnadina keziyê xwe parve kir û piştgirî da protestoyan.
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê û endama heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan ji ser hesabê X’ê vîdeoya hûnadina keziyê xwe parve kir û piştgirî da jinên li Rojava berxwe didin. Jinên diyar kirin ku jiyana azad a li Rojava ku bi pêşengiya jinan hatiye avakirin hedef tê girtin û li ser çapemeniya civakî kampanya parvekirina vîdeoyên çalakiya hûnandina keziyan dan destpêkirin.
 
Pervîn Buldan jî di parvekirina xwe de wiha got: “Her xeleka porên me berxwedan a me xurt dike…#KeziyenMeTırsaWe”