Pervîn Buldan piştgirî da protestoya hûnandina kezî 2026-01-22 22:24:04   STENBOL- Parlamentera DEM Partî ya Stenbolê û endama heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan ji ser hesabê X’ê vîdeoya hûnadina keziyê xwe parve kir û piştgirî da protestoyan.   Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê û endama heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan ji ser hesabê X’ê vîdeoya hûnadina keziyê xwe parve kir û piştgirî da jinên li Rojava berxwe didin. Jinên diyar kirin ku jiyana azad a li Rojava ku bi pêşengiya jinan hatiye avakirin hedef tê girtin û li ser çapemeniya civakî kampanya parvekirina vîdeoyên çalakiya hûnandina keziyan dan destpêkirin.   Pervîn Buldan jî di parvekirina xwe de wiha got: “Her xeleka porên me berxwedan a me xurt dike…#KeziyenMeTırsaWe”