Çalakiya berxwedanê ya li Xelfetiyê di roja 18'an de ye
- 13:16 21 Kasım 2024
- Rojane
RIHA - Nobeda berxwedanê ya li Xelfetiyê li dijî desteserkirina vîna gel hatiye destpêkirin di roja 18'an de berdewam dike.
Nobeda berxwedanê ya li dijî tayînkirina qeyûm a şaredariyê li navçeya Xelfetî ya Rihayê hatibû destpêkirin di roja 18'an de berdewam dike. Gel danê sibehê li ber avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî li hev kom bûn û pankartên “Demokrasî, ne qeyûm” û “Ji qeyûman re na, demokrasî” li qada ku nobet dewam dike daliqandin. Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan, Wekîlê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar û gelek kes beşdarî nobedê bûn.
Li aliyê din pankarta mezin a bi nivîsa "Em bi hilbijartinê hatin, em bi qeyûman re naçin" li avahiya navçeya Xelfetî ya DEM Partiyê hate daliqandin.
Nobeda girseyê ya li herêmê dewam dike.