KJAR’ê ji bo Werîşe Muradî banga edalet û azadiyê kir

  • 10:45 15 Cotmeh 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEAYAN - KJAR’ê, cezayê darvekirinê ya cara duyemîn li Werîşe Mûradî hat birîn şermezar kir û ragihand ku pergala dadwerî û saziyên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê, rasterast ji ewlehî û tenduristiya fîzîkî û derûnî ya Werîşe Muradî berpirsiyar in.
 
Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşger a Tehranê bi serokatiya Ebulqasim Selavatî, careke din Werîşe Muradî bi sûcdariya "endamtiya komeke çekdar a serhildêr" mehkûmî cezayê darvekirinê kir. Ev biryar, piştî ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê berê ya li dijî Werîşe Muradî betal kiribû û doz ji bo ji nû ve darizandinê şandibû dadgeha, hate dayîn. Li gorî agahiyên der barê dozê de, dadgehê di pêvajoya dadgehkirina nû de lêkolînên ku ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibûn xwestin, pêk neanîne.
 
Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) daxuyaniyek da û ji nû ve sepandina cezayê darvekirinê ya li dijî çalakvana siyasî ya Kurd û endama KJAR’ê Werîşe Muradî, şermezar kir. KJAR’ê, pergala dadwerî û saziyên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê rasterast ji jiyan û ewlehiya Werîşe Muradî berpirsiyar dibîne.
 
KJAR’ê di daxuyaniya xwe de ji nû ve sepandina cezayê darvekirinê wekî kiryareke tolhildanê ku li dijî têkoşîna jinên azadîxwaz û tevgera şoreşgerî ya "Jin, Jiyan, Azadî" hatiye dayîn, bi nav kir. Komeleyê, diyar kir ku Werîşe Muradî di nava zêdetirî sê salên girtîbûna xwe de rastî îşkenceya fîzîkî û derûnî hatiye û mafê wê yên gihîştina dermankirina bijîşkî û têkiliya bi malbata xwe re jê hatiye standin.
 
KJAR’ê, di daxuyaniya xwe de destnîşan kirin ku pergala dadwerî û saziyên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê, rasterast ji jiyan û tenduristiya fîzîkî û derûniya Werîşe Muradî berpirsiyar in.
 
KJAR’ê bang li saziyên navneteweyî yên mafên mirovan, rêxistinên jinan û derdorên azadîxwaz kir ku ji bo betalkirina bilez a van cezayên darvekirinê û serbestberdana bê şert û merc a Werîşe Muradî û girtiyên din ên siyasî yên ku bi cezayê darvekirinê re rûbirû ne, bikevin nava liv û tevgerê.
 
Werîşe Muradî, di Tebaxa 2023’an de hate binçavkirin. Cezayê darvekirinê ya li dijî wê, cara ewil di Mijdara 2024’an de hate dayîn. Piştî ku Dadgeha Bilind cezayê darvekirinê betal kir, doz ji bo ji nû ve darizandinê ji Şaxa 15’an a Dadgeha Şoreşgerî ya Tehranê re hat şandin. Li gorî nûçeyan hate destnîşan kirin lêkolînên ku ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibûn xwestin, qet nehatine kirin. Ji nû ve ferzkirina vî cezayî, der barê gelo pêvajoya darizandinê li gorî rêkarên yasayî yên pêwîst hatine şopandin an na de pirsên cidî derdixe holê.