Li Seravê bazara keda jinê hat vekirin
- 18:31 29 Îlon 2026
- Rojane
WAN – Bi pêşengiya Şaredariya Seravê bazareke ku bêrikên gelerî têde cih digirin hat vekirin. Bi bazarê tê armanckirin ku keda jinê bê dîtin û veguhere aboriyê.
Li navçeya Serav a Wanê bi pêşengiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Seravê û tevlibûna şaredariya Ebexê bazara bêrikên gelerî hat vekirin.
Bazar li ber Mizgefta Hz. Alî ya Navendê ya Seravê hat vekirin û saziyên jinan yên bajar û gelek jin tevli bûn.
Bi bazarê tê armanckirin ku keda jinan bê dîtin û veguherine aboriyê. Piştî vekirinê xwarinên herêmî hatin belavkirin û bi gerandina govendê bername bidawî bû.







