Li Îzmîrê ji rêxistinên kedê banga aştiyê

  • 21:38 18 Îlon 2026
  • Rojane
ÎZMÎR - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê  û rêxistinên kedê bi dirûşmeya ‘em ji bo aştiyê tên gel hev daxauyanî dan û hat diyarkirin ku divê pisgirêka Kurd bi riyên aştiyane û demokratîk bên çareserkirin.
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê û gelek rêxistinên kedê, ji ber ÎZBAN a Karşıyakayê heta Îskeleya Karşiyakayê meşiyan û daxuyaniyek çapemeniyê li dar xistin. Parlementera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Bûrcûgul Çûbûk û gelek rêxistinên ciwan û kedê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Çiya, mirov û heta mirinê bi xwe jî westiya be niha helbesta herî xweşik aştî ye” hat vekirin û dirûşmên “Bijî aştî”, “Gelê Kobanê ne tenê ye” û “Bijî wekhevîya gelan” hatin berzkirin.
 
Daxuyaniyê li ser navê girseyê Seroka Şaxa 2 ya Egîtîm-Sen a Îzmîrê Zelîha Danyelî xwend.
 
‘Di şer de tu berjewendiyên gelan nîn e’
 
Zelîha Danyelî diyar kir ku li dijî polîtîkayên şer ên emperyalîst ew aştiyê, demokrasiyê û wekheviya gelan diparêzin û got: “Ji Xezayê heta Ûkraynayê, ji Rojhilata Navîn heta erdnîgariyên cûda yên cîhanê bi milyonan mirov re rû bi rûyê encamên giran ên şer dimînin. Mirov jiyana xwe ji dest didin, bajar wêran dibin, bi milyonan mirov ji cih û warên xwe dibin; jin û zarok bi awayê herî giran bandorê ji encamên şer dibînin. Li pişt şeran berjewendiyên gelan nîn in; têkoşîna parvekirinê ya hêzên emperyalîst, pêşbaziya li ser çavkaniyên enerjiyê û rêyên bazirganiyê, û sermayeya navneteweyî hene. Pirsgirêka kurd û polîtîkayên şer ên ku li welatê me jî bi salan e tên bêçarehiştin, encamên giran ên mirovî, civakî, siyasî, ekolojîk û aborî derxistine holê. Bi hezaran mirovî jiyana xwe ji dest daye, mirov ji cih û warên xwe bûne, xweza û qadên jiyanê hatine talankirin, çavkaniyên mezin ên giştî ji bo polîtîkayên ewlehiyê hatine veqetandin. Tiştê ku îro pêdiviya me pê heye, ne pevçûnên nû û polîtîkayên şer ên nû ne; avakirina pêşerojeke demokratîk, aştiyane û wekheviyê ye.”
 
‘Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e’
 
Zelîha Danyelî bal kişand ser wê yekê ku rêya ji şer diçe ber bi aştiyeke mayinde ve di demokratîkbûnê, edaletê, welatvaniya wekhev û azad jiyîna gelan a bi nasnameyên xwe re derbas dibe û got: “Heke welatek ketiye pêvajoya aştiyê, divê alî bi pabendbûna bi biryarên hatine girtin re hevdu nas bikin, bibînin, biparêzin û pirsgirêkan dernexînin holê. Bo mînak, di encama êrîşên ku bûn beşek ji polîtîkayên li dijî hevqetilkirina gelên li Sûriyeyê de, şewata ku yekser piştî wê li girtîgeha Kobanê derket û bû sedema mirina 9 kesan, alozî bilind kir. Li dijî bûyerên ku li pey hev qewimîn, gelê Kobanê daket kolanan û nîşandana bertekên xwe yên demokratîk re rastî êrîşan hat. Em vê rewşê şermezar dikin û dixwazin berpirs bên dîtin û darizandin. Aştî tenê bêdengbûna çekan nîne. Aştî; ewlekirina demokrasiyê, hiqûqê, azadiyan, kedê û edaleta civakî ye. Veguhastina çavkaniyên ku ji bo şer û çekdarkirinê tên veqetandin, ji bo perwerde, tenduristî, jiyaneke mirovane û xizmetên giştî ye. Divê ev qonaxa pêvajoya ku dê bibe sedema aştiyê ya li welatê me, bêyî ku bê taloqkirin di demeke kurt de bigihîje encamê û şert û mercên avakirina civaka wekhev û demokratîk bi nîqaşkirina pirsgirêka Kurd bi hemû aliyên xwe ve bên afirandin.”
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.