Li Enqereyê ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê daxuyanî

  • 19:06 15 Îlon 2026
  • Rojane
ENQERE- ANKA-DER’ê bi mabesta serdema nû ya perwerdehiyê li ber Wezareta Perwerdehiyê daxwaza perwerdehiya bi zimanê Kurdî kir û xwest astengiyên li pêşya perwerdehiya bi zimanê Kurdî bên rakirin.
 
Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER), bi mabesta serdema nû ya perwerdehiyê bi daxwaza perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî li ber Wezareta Perwerdehiyê daxuyanî da. Beriya daxuyaniyê girse li Parka Guvenê kom bûn û xwestin ber bi wezaretê ve bimeşin. Polîsan xwest girseyê asteng bike û li ser vê yekê di navbera girse û polîsan de gengaşeyek çêbû. Piştî gengeşiyê girse ji Parka Guvenê heta wezaretê meşiyan.
 
Endam û nûnerên partî, sazî û rêxistinên civakî jî tevli daxuyaniyê bûn. Girseyê li ber wezaretê pankarta li ser, “Statuya Kurdî, Perwerdehiya Kurdî” û dovîzên li ser, “Zimanê me hebûna me ye” û “Bê ziman jiyan nabe” û “Statuya Kurdî” dinivisî rakirin. Her wiha girseyê dirûşmeyên, “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bê ziman aştî nabe” berz kirin.
 
‘Ferzkirina perwerdeya bêyî zimanê dayikê binpêkirina mafê mirovahiyê ye’
 
Metna daxuyaniyê ji aliyê Rêveberê ANKA-DER’ê Dogan Şenses ve hat xwendin. Şenses anî ziman ku di serdema nû ya perwerdehiyê de bi milyonan zarokên Kurd ji perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar dimînin û got: ” Em; saziyên zimên, kedkarên perwerdehiyê, rêxistinên civaka sivîl û pêkhateyên ku li ser bingeha mafan tevdigerin, careke din diqîrin ku zimanê zikmakî ne lûtûfek an jî îmtiyazek e, di serî de mafê mirovan ê bingehîn ê ku ji dayikbûnê ve tê ye. Ji bo vê jî ferzkirina perwerdeya bêyî zimanê dayikê binpêkirina mafê mirovahiyê ye. Ziman, ne tenê amûrekî ragihandinê ye. Ziman hebûna herî bingehînê ku dîrok, çand, êş, şahî û bîra kolektîf a gelan digihîne roja îro û pêşerojê. Perwerdebûna zarokekî bi zimanê xwe yê zikmakî, ji bo geşedana wî ya derûnî, hişî û nasnameyî ferziyeke jiyanî ye. Perwerdehiyeke bêyî zimanê zikmakî ji bilî ku pêbaweriya zarokan dişkîne, bingeha aştî û aramiya civakî jî diqelişîne. Ew yek jî dibe sedem ku zarok di nav aloziyeke derûnî û civakî de mezin bibin. Divê êdî zarokên me di welatekî aram de bi avayekî bixwebawer û li ser çand û zimanê xwe mezin bibin. Zimanê me rûmeta me ye, parastina wî jî erka me ya herî bi rûmet e.”
 
‘Têkoşîna zimanê zikmakî mafekî gerdûnî ye’
 
Şenses di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de pêşerojeke hevpar bi hemwelatiya wekhev pêkan e û wiha axivî: “Bi vê minasebetê; em di serî de Meclisê, hemû saziyên îdarî, siyasî û civakî, rayedarên perwerdehiyê û raya giştî ya hestiyar vedixwazin ku berpirsiyariyeke dîrokî ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî bigirin ser xwe. Em ê pêşerojeke ku zarokên me bi zimanê xwe, bi nasnameya xwe bi awayekî azad bixwînin û perwerdeyê bibînin bi hev re ava bikin! Hewldanên Sînordarkirina Perwerdeya Bi Zimanê Zikmakî ya li Rojava Naye Qebûlkirin! Têkoşîna zimanê zikmakî mafekî gerdûnî ye ku sînorên erdnîgariyê derbas dike. Di dema dawî de, li Rojava li şûna ku perwerdehiya bi zimanê kurdî ya ku 12-13 sal in di hemû qadan de ji dibistana seretayî heta zanîngehê bi awayekî bêkêmasî tê rêvebirin, xwestina sînordarkirina wê di hefteyê de tenê bi 3 saetan bijarteyî, nayê pejirandin. Em têkoşîna gelê me yê Rojava yê  Perwerdehiya bi zimanê zikmakî silav dikin û ala têkoşîna perwerdehiya bi zimanê zikmakî li Bakur jî bilind dikin.”
 
‘Divê tu astengî li pêşiya pêşvebirina çand û hunera kurdî neyên danîn’
 
Di dawiya axaftina xwe de Şenses bi lêv kir ku perwerdehiya bi zimanê Kurdî bi dersên bijartê nabe û divê perwerdehiya bi zimanê dayikê pêk were û wiha bi dawî kir: “Zimanê Kurdî ne zimanekî bijarte ye. Em ji bo zimanê Kurdî statûyeke wekhev û bingehîn dixwazin. Dersên bijarte yên hefteyê çend saetên ku wekî makyajekê ji bo polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku bi salan e tên meşandin tên bikaranîn, ji bersivdayîna daxwaza zimanê zikmakî ya gelê me pir dûr in. Ji xeynî hewldana veşartina talankirina mafan tu wateyeke din ya vê nezîkatiyê nîn e. Lewma em bi dengekî bilind tînin ziman: Zimanên zikmakî yên ku li vê erdnîgariyê tên axaftin, di serî de kurdî; divê ji pêşdibistanê heta zanîngehê di hemû qadên jiyana giştî û di hemû astên perwerdehiyê de bi statûya wekhev bibin zimanê sereke yê hînkirin. Rêziknameyên yasayî yên înkarker û tekperest divê demildest bên rakirin, bernameyên perwerdehiyê divê li gorî pêkhateyeke pirzimanî, pirçandî û demokratîk bên avakirin. Perwerdehiya piralî û azad ku bingeha jiyaneke bi rûmet e, mafê her zarokî ye; divê tu astengî li pêşiya pêşvebirina çand û hunera Kurdî neyên danîn.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.