Newroz Uysal: Bila astengiyên li pêşiya Kurdî bên lêkolînkirin

  • 13:08 15 Îlon 2026
  • Rojane
ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan ji bo astengiyên hiqûqî û îdarî yên li pêşiya perwerdehiya bi Kurdî bê lêkolînkirin, pêşniyarî da meclisê.
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, ji bo astengiyên hiqûqî û îdarî yên li pêşiya perwerdehiya bi zimanê Kurdî ji aliyê meclise ve bên lêkolînkirin pêşniyarî da. Newroz Uysal Aslan tekildarî sedema peşniyariyê bi lêv kir ku zaravayên Kurmancî û Kirmançkî yên Kurdî di sala 2012-2013an vir de weke dersên hilbijartî di dibistanan de tên xwendin û got ku dersên hilbijartî ji bo zimanekî têr nake.
 
Newroz Uysal Aslan her wiha tekildarî hinceta lêkolînkirinê destnîşan kir ku dersên hilbijartê nikarê li şûna perwerdehiya bi zimanê dayikê bigirê û ev tişt gotin: “Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e. Her wiha ji bo perwerdehiya bi Kurdî bi salanê xebat tên kirin û di asta zanîngehan de jî kulliyatek heye. Her wiha ji bo peyda kirina meteryal û mamosteyan jî polîtikayek jî heye. Yek jî astengiya li pêşya perwerdehiya bi Kurdî hiqûqî ye. Destura bingehîn a heyî perwerdehiya bi zimanê dayikê asteng dike. Li gor hevpeymanên Tirkiyeyê îmze kirine ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê divê qanûnên pêwîst ben amadekirin. Ji bo perwerdehiya bi Kurdî, ji guherandina qanûnan heta mufredat û butçeyê divê ji aliyê meclise ve lêkolîneke berfireh be kirin.”