‘Veger wê bi biryara Reber Apo û bi plansaziya wî çêbibe’
- 09:04 26 Tebax 2026
- Rojane
Derya Ren
RIHA - Endama Koordînasyona Îştarê Arzû Îlhan ,piştî derketina qanûnê û vegera kesen ku di wargeha Penaberan a Mexmûrê de dimîn axivî û wiha got: “Veger wê bi biryara Reber Apo û bi plansaziya wî çebibe. Biryara Rêber Apo bide, rebaza Rêber Apo beje, em ê hemû wek kesên wargehê wekî gotina wî tevbigerin.”
Pêşnûmeqanûna "Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekparebûna Civakî" piştî ji meclisê derbas bû, ji aliye Serokkomar ve hat îmzekirin û di Rojnameya Fermî de hat ragihandin. Piştî qanûna ku hat qebûlkirin, mijara vegera ji dervê welêt jî ket rojevê. Ji van verên ku mijara gotinê ne yek jê jî vegera ji Wargeha Penaberan a Rustem Cûdî (Mexmûr) e. Kesên li Mexmûrê di salên 1990'î de ji ber zext û zoriyên dewletê, koçber bûne û li ser fikir û felsefa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jiyanek nû li wargehê ava kirine. Her çikas di sala 1998'an wargeh ketibe bin parastina Neteweyên Yekbûyî (NY) jî dîsa jî ji aliye dewleta Tirk, Irak û Herêma Federe ya Kurdistanê niştecihên wargehê bi zextan re rû bi rû diman..
Derbarê qanûna çarçoveyî ku ji meclisê hat derbaskirin û vegera niştecihên wargehê de Endama Kordînasyona Îştarê Arzû Îlhan ji ajansa me re axivî.
Avakirina wargeha Mexmûrê
Arzû Îlhan, behsa pevajoya ku tê meşandin kir û wiha berdewam kir: Em ê çawa di nava pevajoyê da cîh bigirin gelo? Dibe em ji xwe van pirsan bipirsin . Gelek gûmanên me li hemberî deweta Tirkiyê hene. Ji ber ku niştecihên wargehê 33 salên xwe li vira bi penaberiyê bi fikir û ramanên Serokatî heta niha jiyana xwe berdewam kirine. Berî wargeh were avakirin ev kes bi komkûjiya dewleta Tirk re rû bi rû man. Lê belê bi hatina tevgera azadiye re kesên koçber bûn xwe bi rexistin kirin. Kesên li wargehê bi gelek komkûjiyan re rû bi rû man lê dîsa jî dest ji tekoşîna xwe bernedan. Jiyana li vir bi hesanî derbas nebû. Kesên li vir gelek caran şahidî ji gelek pevajoyên mezin ra jî kirin. Her çikas em bêjin gelê wargehê di dema penaberiyê dexwe ji nû ve afrandin. Ev afrandina li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bû. Afrînerî tenê ne di warê fizîkî de çêbû, di heman demê di warê nasname, çand, perwerde û xwebûnê de jî çêbû.”
‘Peyama Rebertî, gelek tişt zelal kirin’
Arzû Îlhan, anî ziman ku niştecihên wargehê gelek eş kişandine û her wekî din li hemberî van eşan jî tecrûbeyek mezin bi dest xistine. Arzû Îlhan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Niştecihên Mexmûrê pevajo jî şopandin û herkes di fikara ku wê çawa tevli pêvajoyê bibin de ye. Ev wek pirs di serê hemî kesên li vêderê re derbas dibe. Piştî nameya Rebertî, gelek tişt hatin zelalkirin. Ev peyama di nav gelê wargehêda bû cîhê kefxweşiye. Bedelên bi salan hatin dayin wê bi encamên serfiraz bên raberkirin. Niştecihên wargehê her dem vegerek bi rûmet xwestine.”
‘Qanûn gava yekemîn e'
Arzû Îlhan, gavên ku Tevgera Azadiyê avetine bi bîr xistin û wiha berdewam kir: “Em ji Dewleta Tirk bi gûmanin, ji bona vê yekê jî şêniyên wargehê van tiştan jî dipirsin. Ancax her dem niştecihên wargehê baweriya xwe bi Reber Apo û tevgera azadiye anîne. Îro jî ev tişt derbasdar e. Niha qanûnek hat derxistin. Ev qanûn ji aliye wargehê ve jî hat şopandin. Gûmanên di derbarê qanûnê de pirin. Em qanûnê terker nabînin. Polîtikayên înkarê yên li ser gele Kurd dibe bên bidawîkirin. Her çiqas înkara civaka Kurd edî ne mumkûn be jî mîsogerkirina mafên gelê Kurd weke xaleke sereke li peşberî me ye. Li gel hemû kêmasiyên di wanûnê de jî ev qanûn wekî gaveke yekemîn e.”
‘Veger wê bi plansaziya Rêber Apo çêbibe’
Arzû Îlhan, diyar kir ku derbarê pevajoyê de gelek manipilasyon tên kirin û wiha bil ev kir: “Niha gelek pirs tên kirin. Wê niştecihên wargehê çawa vegere? Bê gûman ev rastiyek e. Ger ku veger çêbibe wê ev veger ne ji rezê be. Li ser destkeftiyen ku bi salan e bi tekoşîne hatine bi destxistin , wê veger çêbibe. Bi taybetî gelek destkeftiyên ku jinan bi dest xistine hene. Belê penabertî ji aliyê dewletan ve wek amûrek hatiye destgirtin û wisa hatiye bikaranîn. Lê kesên li wargehê hemû nezikatî vala derxistin. Veger wê bi biryardayina Reber Apo û bi plansaziya wî çebibe. Ji ber ku niştecihên wargehê Rêber Apo îradeya xwe dibînin û wê wiha gavê biavêjin. Biryara Rêber Apo bide, rebaza Rêber Apo beje, em hemû wek kesên li wargehê wisa tevbigerin.”







