Li 5 bajaran aqûbeta windayan hat pirsin

  • 14:43 1 Tebax 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN -Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih, Riha, Colemêrgê û Îzmîrê aqûbeta Mesût Dundar, Resûl Saçan, Mehmet Şen, Abdullah Kançî, Abdulvahap Tîmuçtaş, Hasan Saçakliçir û Huseyîn Saçakliçir pirsîn.
 
Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih, Riha û Colemêrgê çalakiya xwe ya ‘Bila windakirî bên dîtin faîl werin darizandin’ domandin. Di çalakiyên vê hefteyê de li Amedê aqûbeta Mesut Dundar ku di tîrmeha 1992yan de li navçeya Cizîra Şirnexê hat windakirin, li Êlihê Resûl Saçan ku di 9ê tebaxa 1994an de li navenda Êlihê hat windakirin, li Rihayê aqûbeta Mehmet Şen ê ku di 26ê adara 1994an de li Birecûka Rihayê ji aliyê kesên ku xwe wek polîs dan nasandin ve hat revandin û piştre cenazeya wî li morga nexweşxaneyê de hat dîtin, li Colemêrgê jî aqûbeta Abdullah Kançî yê di 3yê tebaxa 1994an de li Geliyê Doskiyan a navçeya Geverê hatibû windakirin û li Îzmîrê jî aqûbeta Abdulvahap Tîmurtaş ê di sala 1993yan de di binçavan de hat windakirin û ya Hasan Saçakliçir û Huseyîn Saçakliçir ên di sala 1996an de di binçavan de hatin windakirin, hat pirsîn.
 
Amed
 
Xizmên Windayan û Şaxa Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê çalakiya xwe ya ‘Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin’ di hefteya 912yemîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya Rêzana Amedê li dar xistin. Xizmên Windayan, endam û rêveberên ÎHDê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. Di hefteya 912yemîn de aqûbeta Mesut Dundar ku di tîrmeha 1992yan de li navçeya Cizîra Şirnexê hat windakirin, pirsîn.
 
Çîroka Mesut Dundar ji aliyê rêvebera ÎHDê Berfîn Elçî ve hat xwendin.
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
Êlih
 
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 748emîn de çalakiya xwe ya ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes tev li bûn û wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine kuştin û windakirin hatin hildan. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Resûl Saçan ku di 9ê tebaxa 1994an de li navenda Êlihê hat windakirin, hat pirsîn.
 
Çîroka windakirina Resûl Saçan ji hêla rêveberê ÎHDa Êlihê Alî Karadogan ve hat xwendin.
 
Daxuyanî bi deqîqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
Riha
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê û xizmên windayan di hefteya 80yan de çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl werin darizandin” li dar dixin, domandin. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li Parqa Novadayê ya Navçeya Xelîliyê ya Rihayê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta ji wêneyên windayan hatiye çêkirin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin.
 
Xizmên windayan û ÎHDê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Şen ê ku di Partiya Demokrasiyê(DEP) de kar û xebat dimeşandin, di 26ê Adara 1994an de li Birêcûka Rihayê ji aliyê kesên ku xwe wekî polîs dan nasîn ve ji cihê kar bi darê zorê hate birin û pişt re cenazeyê wî li morga nexweşxaneyê hate dîtin, hate pirsîn. Endamên saziyên sivîl û gelek xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn. Hevseroka İHDê ya Rihayê Songûl Arpa çîroka Mehmet Şen xwend.
 
Daxuyanî piştî deqeyek çalakiya rûniştandinê bi dawî bû.
 
Colemêrg
 
Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê, çalakiya xwe ya bi navê ‘Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin’ ku di hefteya 238an de ye, li Kolana Hunerê ya Geverê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta ku li ser ‘Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin’ dinivîsand hat vekirin û wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin, hatin rakirin. Tevî parazvanên mafê mirovan, endamên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl jî tev li çalakiyê bûn.
 
Xizmên Windayan û aktivîstên mafên mirovan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbete Abdullah Kançî yê di 3yê tebaxa 1994an de li Geliyê Doskiyan ya navçeya Gever a Colemêrgê hatiye kuştin pirsîn. Metna daxuyaniyê hevserokê Şaxa îHDê ya Colemêrgê Ozan Akbaş xwend. Ozan Akbaş destnîşan kir ku Abdullah Kançî dema pezê xwe diçerand ji aliyê leşkeran ve hatiye binçavkirin û kuştin.
 
Daxuyanî piştî deqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
Îzmîr
 
Xizmên Windayan û Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê çalakiya ku bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” her du hefteyan carek li dar dixin, li pêşiya Sumerbank a Kevn a Konakê domandin. Di çalakiyê de pankartên ‘Winda diyar in, kujer li ku ne’, ‘Winda wijdana te ne, xwedî lê derkeve’ hatin vekirin. Di çalakiya vê heftê de aqûbeta Abdulvahap Tîmurtaş ê di sala 1993yan de di binçavan de hat windakirin û ya Hasan Saçakliçir û Huseyîn Saçakliçir ên di sala 1996an de di binçavan de hatin windakirin, hate pirsîn.