Li Geverê wesayîta zirxî li zarokekê xist

  • 13:40 24 Tîrmeh 2026
  • Rojane
COLEMÊRG - Li Geverê wesayîta zirxî ya polîsan li sûka bajêr li zarokekê xist û ew birîndar kir.
 
Li navçeya Gever a Colemêrgê serê sibê dora saet 10:00an wesayîta zirxî ya polîsan ku bi lez diçû, li ser rêya 23 Nîsanê a sûka bajêr li zaroka bi navê Elanûr Kina ya 17 salî xist û ew birîndar kir. Hat zanîn ku ji ber çêkirina peyarêyê, zarok û dayîka wê di rexê rê de dimeşiyan û wesayîta zirxî ya bi navê “Akrep” li zarok xistiye. Dayika Elanûr Kina .yê jî di kêliya dawî de xwe ji wesayîtê rizgar kiriye. Hat hînbûn ku lingê Elanûr Kinayê şikestiye û girêdayî lêdanê travmaya mêjî derbas kiriye.
 
Li gorî şahidan bûyerê wesayît pir xweş û bê serûber diçû, lewma jî qeza pêk hatiye. Elanûr Kina ya bi birîndar bûye, piştî mudaxaleya ewilî, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Hat zanîn ku Elanûr Kina hatiye emeliyatkirin û rewşa wê niha baş e.