Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê komxebata mafê jinan li dar xist

  • 14:00 18 Tîrmeh 2026
  • Rojane
AMED - Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê li ser “Mafê Nafakayê, Sepandin, Polîtîka û Kuştina Jinan” komxebatek li dar xist. 
 
Bi pêşengiya Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, li ser mijarên “Mafê Nafakayê, Sepandin, Polîtîka û Kuştina Jinan” li Çand Amedê komxebatek hate lidarxistin. Komeleyên Jinan, hiqûqê, endam û rêvberên jin ên baroyên Bakur tevli komxebatê bûn. Rêvebera Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Parêzer Îrem Îlhan di destpêka komxebatê de axivî.
 
Îrem Îlhan anî ziman ku ew îro ne tenê ji bo axaftina li ser rêziknameyeke hiqûqî, ji bo mafên ku rasterast bandorê li jiyana jinan dikin, gihîştina wan a edaletê û têkoşîna wekheviyê civiyane û got: “Di sernavê atolyeya me de du mijarên girîng hene; mafê nafakayê û cînayetên jinan. Her çend ev her du sernav di nihêrina pêşîn de serbixwe xuya bikin jî, em baş dizanin ku şîdeta aborî, bêcezatiyê û zayendiya civakî nikarin ji hev cuda werin fikirandin. Piştî hevberdanê, ji bo jinên ku ji ewlehiya aborî bêpar dimînin, derketina ji xeleka tundiyê û jinûve avakirina jiyanê pir dijwartir dibe. 
 
Di demên dawî de, bi taybetî di çarçoveya Pakêta Darazê ya 12'yan de, sînordarkirin an jî rakirina nafakaya bêdem hat rojevê. Wekî Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, me xwest em berî her tiştî beramberiya vê nîqaşê ya di praktîkê de nîşan bidin. Daneyan nîşanî me da ku mînakên nafakaya bilind ên ku di raya giştî de pir tên ziman, rastiyê nîşan nadin; berovajiyê vê yekê, mîktarên nafakayê piranî caran ji dabînkirina hewcedariyên herî bingehîn ên jinan jî pir dûr in.
 
Di serdemeke ku xizanî ewqas kûr bûye de, gava em rakirina nafakayê nîqaş dikin em nikarin şert û mercên jiyana rastîn a jinan piştguh bikin. Ji ber ku nafaka ne îmtiyazek e; ew ewlehiyeke hiqûqî ye ku aliyê dezavantaj diparêze û rûmeteke prensîba dewleta sosyal e. Bêguman hiqûq qadeke zindî ye û dikare biguhere. Lêbelê, di civakek ku jin hîna jî bi newekheviya aborî re rû bi rû ne û keda xwedîkirinê bi tenê li ser milên wan e, divê her rêziknameyeke ku dê mafên destkeftî yên jinan lawaz bike bi baldarî were nirxandin. 
 
Ez bawer dikim ku nîqaşên me yên îro dê ne tenê zanyariyeke hiqûqî hilberînin, di heman demê de dê bibe wesîleya pêşketina nêrîneke rasttir, adiltir û mafperwertir.
 
Piştî axaftina Îrem Îlhanê komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.