Di dosya Rojîn Kabaîş de daxuyaniya hevpar:Têkoşîn wê bidome
- 19:59 3 Tîrmeh 2026
- Rojane
WAN - Baroya Wanê û malbata Rojîn Kabaîş li hemberî hewldanên berovajîkirina dosyayê daxuyanî dan. Serokê Baroyê Sînan Ozaraz diyar kir ku şopandina dozê berdewam dike. Nîzamettîn Kabaîş jî ev tişt anî ziman: “Êdî xeyidîn qediya, em bi hev re li pey kujeran e.”
Têkildarî nîqaşên ku piştî daxuyaniya Baroya Wanê ya derbarê dosya Rojîn Kabaîş de derketibûn holê li Konferansa Tahir Elçî ya Baroya Wanê da daxuyaniyek hat dayîn. Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz, bavê Rojîn Nîzamettîn Kabaîş, endamên Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, endamên Tîma Şopandina Doza Rojîn Kabaîş û parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut tevlî daxuyanî bûn.
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz di daxuyaniyê de axivî. Sînan Ozaraz destnîşan kir ku piştî daxuyaniya wan a dawî, di nava raya giştî de nîqaşên li derveyî armancê hatine kirin û wiha got: “Daxuyaniya ku me kiribû hat berovajîkirin. Wekî Baroya Wanê, Navenda Mafên Jinan, OHD, ÎHAMED, Komeleya Jinan a Starê û Baroya Amedê, me vê dosyayê bi awayekî koordîneyî û birêkûpêk dişopand. Tîma dozê xebateke pir xurt meşand. Lê belê di navbera baroya me û Nîzamettîna Kabaîş de pirsgirêkeke ragihandinê derket holê. Tevî ku me sedema sereke diyar kiribe jî, di raya giştî de wekî ku me tiştên cuda ji mamê Nîzamettîn re gotine hat nîşandan; ev yek ji bo me bû sedema xemgîniyeke. Nîzamettîn Kabaîş zêdetirî sal û nîvekê ye ku ji bo keça xwe têkoşîneke mezin a edaletê dimeşîne. Ji ber lêpirsîneke neçalak, heta niha heqîqet derneket holê. Bavê Rojîn Kabaîş di nav êş û azareke mezin de ye; me xwest balê bikişînin ser vê yekê, lê ev yek berovajî hat fêmkirin.”
‘Têkiliya wekaleta taybet bi dawî bû, şopandina dozê berdewam dike’
Sînan Ozaraz diyar kir ku wekî baroyê derbarê rektor û berprisyaran de serlêdana sûc kirine û wiha domand: “Baroya Wanê dê bi heman biryardariyê şopandina dosyayê berdewam bike û têkoşîna edaletê ya ji bo Rojîn Kabaîş nasekine. Em ê ne tenê vê dosyayê, hemû dozên ku li vî bajarî û li vî welatî ku jinan dikin armanc bişopînin. Baroya Wanê, serok û parêzerên jin heta îro di vê dosyayê de berxwedaneke çalak meşandine. Derbarê îhmalkariyên giran ên Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) û rektöorê wê de me serlêdana sûc kir. Me daxwaza DNAyê ji bo rektör û xizmên wî kir. Dîsa ji bo wezîfedarên yurdê yên ku kêmaniya wan hebû me giliyê wan kir; dozgeriyê destûra lêpirsînê neda, lê me li dijî vê biryarê îtîraz kir û ew biryar rakir. Ew lêpirsîn hîn jî berdewam dike.”
‘Em ji tu kesî natirsin’
Sînan Ozaraz bal kişand ser dîroka baroyê û wiha pê de çû: “Baroya Wanê di têkoşîna maf û edaletê de lehengên mîna Şevket Epozdemîr winda kiriye. Her parêzerekî Baroya Wanê têkoşîna rûmetê dimeşîne. Em di parastina hiqûqê de ji kesî natirsin. Têkiliya me û mamê Nîzamettîn dê berdewam bike. Baro ji vê dosyayê venekişiyaye; nasnameya saziyî ya Baroya Wanê dê her tim şopînerê vê dozê be.”
‘Em bi hev re li pey kujeran e’
Nîzamettîn Kabaîş anî ziman ku armanca wan a herî mezin dîtina kurên Rojîn e û got: “Em hatin baroyê. Em hemû bi hev re li pey kujerên Rojîn ne. Di navbera me de hinek xeyidîn û dilsarî çêbûbû, lê em hatin ku vê yekê sererast bikin. Êdî dilsarî û xeyidîn qediya û çû. Armanca me ya herî mezin dîtina kujerên Rojîn e û em ê ji bo vê yekê têkoşîna xwe bimeşînin.”







