Li Semsûrê komînek çawa esas tê girtin: Avakirina civakî

  • 09:05 3 Tîrmeh 2026
  • Rojane
SEMSÛR - Hevseroa DBP’a Semsûrê Suzan Şen der barê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û xebatên komînê de nirxandin kir û wiha got: “Em nikarin wek mijarek îmarê li Semsûrê binêrin. Ji bo ev der carek din bê ser xwe, bê gel hev û civak ava bibe di destê me de ye.”
 
Yek ji bajarên ku herî zêde ji erdheja ku navenda wê Mereş bû bi bandor bû Semsûr bû. Tevî evqas dem derbas bûye, şopa erhejê hîna cihê xwe diparêze. Bi hezaran kesî koç kir, li bajar xizanî giranbûye û  pirsgirêkên starbûnê, civakîbûna jinan gelekin. Herwiha belavbûna tiryakê li nav ciwanan roj zêde dibe. Li aliyê din jî bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd re derfetên ku tên afirandin tên nîqaşkirin. Di vê çarçoveyê de li Semsûrê bi taybet komînên jinan, li tax û qadên jiyanê tên hedefkirin ku jiyaneke rêxistibûna nû bikeve jiyanê û her wiha avakirina ji nû ve a civakê tê hedefkirin.
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Semsûrê Suzan Şen der barê pêvajoya piştî erdhejê axivî.
 
‘Li Semsûrê potansiyelek berfireh heye’
 
Suzan Şen daxuyakirin ku piştî erdhejê Semsûr gelek bi bandor bûye û got: “Em nikarin wek mijarek îmarê li Semsûrê binêrin. Ne fîzîkî,avakirineke civakî li pêş me ye. Di vî alî de li Semsûrê potansiyeleke cidî û fireh heye. Derxistina holê ya vê jî destê me de ye. Ji bo ev der ji nû ve bê ser xwe di destê me de ye. Bê guman divê em ji her demê zêdetir têbikoşin û hevkariyê bikin.”
 
Komûnek jinan a çawa esas tê girtin?
 
Suzan Şen bal kişand ser komunbûna li bajar didome û di vê mijarê de jî wiha got: “Em ê komunan wek modela civakî danîn holê. Mînak em komunek jinan a çawa esas digirin? Em dikarin çawa bidin runiştandin?Komunên jinan ne tenê cihên ku jin tên gel hev in. Mînak jin di komunan de tundiyê diaxivin, lê tenê bi vê namînin. Rêbazên têkoşînê yên li dijî tundiyê nîqaş dikin. Li dijî vê çawa divê tevbigerin biryaran digirin. Jin li vir dibin kirdeya siyasetê. Komun hinek jî dibistanên siyasetê ne. Mînak xizaniyê diaxivin. Yekîneyên hilberîna kolektîf nîqaş dikin, piştevaniyê nîqaş dikin û bi hev re hildbierînin.”
 
‘Gelê Semsûrê ji bo aştiyê amade ye’
 
Suzan Şen wiha dawî lê anî: “Yek ji hedefa me ya herî mezin herêmîkirina siyasetê ye. Komun di bingeha gelê Kurde heye. Gel li benda me ye. Em vê dibînin, hîs dikin. Divê em biçin. Divê em biçin wir û komunên xwe vebêjin. Derxistina holê a jiyana bi hev re ne zehmet e. Gelê Semsûrê ji bo aştiyê amade ye. Divê dewlet jî gavê bavêje û qanûnan amade bike. Semsûr amade ye ku aştiyê pêşwazî bike.”