Ji KCDK-E’yê peyama 4’ê Nîsanê

  • 11:42 3 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN  - Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanî ya Ewropayê (KCDK-E) bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo daxuyaniyek da û got: ‘’4’ê Nîsanê, rojbûna Kurdên azad, jinên azad û aqilê stratejîk ê mezin e.’’
 
KCDK-E’yê bi daxuyaniyeke nivîskî 77’emîn rojbûna Rêber Apo pîroz kir û ev yek anîn ziman: ‘’Mizgîniya biharê 4’ê Nîsanê ye. Ev roj, roja jidayîkbûna Rêber Apo ye. Rojbûna wî bes ne li gelê Kurd; li gelên Rojhilata Navîn û hemû mirovahiya pêşvexwaz pîroz be. 4’ê Nîsanê, rojbûna Kurdên azad, jinên azad û aqilê stratejîk ê mezin e.’’
 
Di dewama daxuyaniyê de ev yek hatin gotin:  
 
‘’4’ê Nîsana 1949’an, di dîroka Kurdistanê de şikestinek e. Vê rojê, ji bo gelên Kurdistanê li ser bingeha azadiyê pêvajoya guherîn û veguherînê daye destpêkirin.’’
 
Tevî şer û kaosên li seranserê cîhanê belav bûne jî perspektîfa rêya sêyemîn a xwe dispêre Manîfestoya Azadiyê ya Rêber Apo, ji hemû pirsgirêkên civakî û neteweyî re weke çareseriyekê ye. Roja îroyîn modernîteya kapîtalîst, şerê cîhanê yê sêyemîn gur dike û dixwaze li Rojhilata Navîn li ser şerên mezheb û neteweyan di navbera gelan de qiyametê rake. Aha tam jî di vê xalê de rêya Rêber Apo weke rojekê xwe nîşan dide.
 
Banga aşitiyê ya Rêber Apo û nêrîna civaka demokratîk,  ji bo çareseriya aşitiyê û dabînkirina aşitîû demokrasiya di navbera gelan de tekane çareserî ye. Girêdayî vê rastiyê, ji bo aşitî û demokrasiya gelan divê têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêngavên şênber werin avêtin.
 
Gelê me di pîrozbahiyên Cejna Newroza îsal de li hemû qadan ji bo azaduta Rêber Apo helwesta xwe bi awayekî eşkere nîşan da.  Ji ber vê yekê em dikarin bibêjinku Newroz ji bo azadiya Rêber Apo veguherî referandûmekê. Evdaxwaza ku gelê me di pîrozbahiyên Newrozê de nîşan da, nexşerêya xebatên me yên îsal e.
 
Em bi vê hişmendiyê dibêjin ku: sala 2026’an wê bibe sala azadiya Rêber Apo. Ji ber ku azadiya Rêber Apo, azadiya gelê me ye; serkeftina pêvajoya aşitî û civaka demokratîk e; avakirina xwişk-biratiya gelan e.
 
Em neçar in ku bi rêya perspektîfa civaka demokratîk birêxistinkirina bi milyonan Kurdistaniyên li Ewropayê mezin bikin. Weke bişkivîna tovên biharê divê em vê birêxistinbûnê pêk bînin.
 
Weke KCDK-E’yê em 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo li gelê me pîroz dikin û bang dikin ku 4’ê Nîsanê weke ruh û coşa Newrozê bi girseyî were pîrozkirin.’’