Li Sûka Keda Jinan pêla hevgirtinê
- 12:20 27 Adar 2026
- Ked/Aborî
AMED -Sûka Keda Jinan ku di bin banê Şaredariya Peyasê de xebatên xwe dimeşîne, ne tenê navendeke hilberînê ye, di heman demê de sembola hevgirtina jinan û serxwebûna wan a aborî ye jî.
Sûka Keda Jinan a ku di bin Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê de xizmetê dike, bê navber bi armanca bilindkirina asta keda jinan û berfirehkirina hilberînê li hemû qadên jiyanê xebatên xwe didomîne. Jinên ku di kargehên tekstîl û pîşeyên destan de tên ba hev, ne tenê hilberînên nû bi dest dixin, lê di heman demê de “pêla hevgirtinê di hilberînê de” jî diafirînin.
Hem fêr dibin, hem diafirînin
Kargehên li sûkê wekî dibistanan tên bikaranîn. Jin tê de serpêhatiyên xwe bi hev re parve dikin û gelek tecrûbeyên nû bi dest dixin. Têkiliya di navbera mamosteyên pispor û şagirtan de, dibe sedema pêvajoyeke fêrbûna hevpar, parvekirinê û avakirina paşerojeke hevbeş. Bi saya vê tora hevgirtinê ya xurt, jin di jiyana civakî de roleke çalaktir digirin.
Pîşeyên destan dibin hêza debarê
Yek ji taybetmendiyên herî berbiçav ên Sûka Keda Jinan, stand û qadên firotanê yên taybet in. Jin, tiştên ku bi kedeke mezin bi destan çêdikin, bi ruhê hevgirtinê li van standan difiroşin. Bi firotina van berheman dahatê bi dest dixin, rasterast beşdarî aboriya malê dibin, butçeya malbatê xurt dikin û serxwebûna aborî bi dest dixin. Gerînendetiyê der barê xebatên dikin de wiha got: “Li vir jin ne tenê pîşeyên destan hildiberînin û aboriyê bi dest dixin, di heman demê de hêza hevxurtkirin û hevgirtinê jî diafirînin.”
Şaredariya Peyasê tekez dike ku ew ê bi biryardarî hewildanên xwe bidomîne da ku keda jinan bê naskirin, cihê xwe yê heq bigire û ev tora hevgirtinê hîn mezintir bibe.







