Li Moskowayê şahiya 8'ê Adarê
- 20:35 9 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mala Kurdan a Moskowê şahiya 8’ê Adarê hat lidarxistin.
Li avahiya Mala Kurdan a Moskowê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hat pîrozkirin.
Şahiya 8’ê Adarê bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê belfîlma li ser dîroka 8’ê Adarê hat pêşandan.
Seroka Tevgera Jinên Kurd a Moskowê Tara Qadir di şahiyê de axivî û li ser girîngiya dîrokî ya 8’ê Adarê û têkoşîna ku ji hêla jinan ve tê meşandin rawestiya. Tara Qadir Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû jinan pîroz kir.
Hevserokê Otonomiya Çandî û Neteweyî ya Kurdên Rûsyayê Ferhat Patîyev di axaftina xwe Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir.
Hunermend Îbo Xadjêv, Sarê Xadjêva, Esmîra Aliyêva, Leyla Mikoyan, Îlîç û Îbrahîm Efrîn bi stranên xwe beşdarî çalakiyê bûn. Koma govendên gelêrî ya Kurdî "Rûken" bi govendên xwe yên folklorîk pîrozbahî geş kir.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.







