Li Anderlechtê pêvajo hat nîqaşkirin

  • 19:47 1 Adar 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Anderlechtê bi tevlîbûna Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn civîna gel hate lidarxistin. Di civînê de geşedanên mehekî dawî, xeterî û derfet hatin nirxandin û îşaret bi yekîtiya Kurd û berxwedana gel hate kirin.
 
Li bajarê Anderlecht ê Belçîkayê bi tevlîbûna Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn civîna gel hate lidarxistin. Di civîna bi tevlîbûna zêde de geşedanên heyî bi awayekî berfireh hatin nirxandin.
 
Di civînê de Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn axivîn. Di civînê de geşedanên mehekî hatin nirxandin û xeteriyên heyî û derfetên derketine holê, hatin nîqaşkirin. Di civînê de mijarên girîngiya berxwedanê û yekîtiya Kurd derket pêş.
 
Di axaftinan de hate diyarkirin ku berxwedana gel qirkirinê rawestand û tevî vê jî zehmetî û xeterî dewam dikin.
 
Civîn piştî axaftinan, bi beşa pirs-bersiv bi dawî bû.